Konsulê Îranê li Hewlêrê: Xiyaneta navdewletî li me hatiye kirin

Iran-Konsul-Erbil

Konsulê Giştî yê Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî ragihand, şer li ser welatê wî hatiye ferzkirin û got ku di dema danûstandinên li Cenevê de “xiyaneteke navdewletî” li wan hatiye kirin.

Konsulê Giştî yê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê Feramerz Esedî îro 12ê Adarê di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, di dema gera dawî ya danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de ku li bajarê Cenevê yê Swîsreyê birêve diçû, “xiyaneta navdewletî” li wan hatiye kirin û hemû hêlên sor ên dîplomatîk hatine binpêkirin.

Esedî tekez kir, şandeya Îranê li ser daxwaza welatên navçeyê careke din dest bi guftûgoyên ligel Amerîkayê kiribû. Herwiha destnîşan kir ku her çend baweriya wan bi rayedarên Washingtonê tune bû jî, wan derfet dabû dîplomasiyê û got: “Di dirêjahiya dîrokê de Amerîka di danûstandinan de ti demê rastgo nebûye.”

Konsulê Îranê destnîşan kir, welatê wî naxwaze şer bike, lê ew neçar mane ku berevaniyê li xwe bikin. Herwiha got: “Pêşî Îsraîl û Amerîkayê êrîşî welatê me kirin û şer li ser me ferz kirin. Şer û danûstandin ti demê bi hev re nabin. Ev şerê li dijî Îranê, ne tenê li dijî me ye, lê belê li dijî dîplomasiya navdewletî ye.”

Feramerz Esedî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser ziyanên sivîl û got ku di roja yekem a şer de, Amerîka û Îsraîlê dibistanek bombebaran kiriye. Li gorî gotinên wî, di encama wê bombebaranê de zêdetirî 100 xwendekarên zarok hatine kuştin. Esedî got jî, ev bûyer li ser asta cîhanê û heta li navxweya Amerîkayê jî bûye sedema nerazîbûnên mezin.