Mesrûr Barzanî: Li dijî vê dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê em ê hemû rêkarên pêwîst bigirin

masrour barzani-pesharga-info

Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa “dijminane, xedr û xiyanetê” ya li ser baregehên Pêşmerge şermezar dike û daxwaza rawestandina van êrîşên dijminane dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 24ê Adarê di peyamekê de ragihand: “Em êrîşa dijminane, xedr û xiyaneta şevê din a li ser baregehên Pêşmerge şermezar dikin, ku di encamê de 6 Pêşmergeyên qehreman şehîd bûn û 30 Pêşmerge jî birîndar bûn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji bo kesûkarên serbilind ên şehîdan xwast û daxwaza başbûnê ji bo birîndaran kir.”

Serokwezîr Masrûr Barzanî tekez dike: “Ji bo rûbirûbûna vê dijminatiya li ser Herêma Kurdistanê tê kirin, em ê hemû rêkarên pêwîst bigirin ber xwe.”

Her wiha bang li Hikûmeta Federal û civaka navdewletî dike ku “sînorekî ji bo van êrîşên dijminane yên li ser Herêma Kurdistanê deynin.”