Peyama Serokê Herêma Kurdistanê derbarê êrîşa li ser Pêşmergeyan

NB-Peshmarga-info

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de derbarê şehîdbûna şeş Pêşmergeyan dibêje: “Ev êrîş, destdirêjiyeke dijminane ya rasterast e bo ser serweriya welat û çi hincetan hilnagire û bi temamî li dijî bingehên cîrantiya baş e.”

Deqa Peyama Nêçîrvan Barzanî:

Bi tundî serkoneya wê êrîşa moşekî ya Îranê dikîn ku berê sibêya îro baregehên hêza Pêşmerge li sînorê Soran kirin armanc û di encamê de hejmarek Pêşmergeyên qehreman şehîd û birîndar bûn.

Pirse û sersaxiyên xwe yên kûr arasteyî malbat û kesûkarên serbilind ên şehîdan dikîn û hevparên xema wan in, hêviya çakbûna bilez jî bo birîndaran dixwazîn.

Herêma Kurdistanê her dem fakterê aramî û seqamgiriyê bûye. Em pabend in bi siyaseta têneketin û dûrketina ji hevrikiyan, bi çi rengî jî gef nîn in bo ser ewlehiya welatên cîran. Loma ev êrîş, destdirêjiyeke dijminane ya rasterast e bo ser serweriya welat û çi hincetan hilnagire û bi temamî li dijî bingehên cîrantiya baş e.

Daxwazê ji hikûmeta fîderal a Iraqê û civaka navneteweyî dikîn hewlên xwe çritir bikin bo rêgirtin li dubarebûna van destdirêjiyan û parastina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê.