Me ji Newroza 2026an çi fêm kir???

YEKITÎ Û YEKRÊZIYEKE ÇAWA Û BI KÊ RE???

Bûbê Eser

Miletê ku li ser koka xwe mezin nebe, di gelek waran de kêmanî bi kes û kesayetiyên wî miletî re peyde dibe. Ji ber vê ye ku ji xwe û ji miletê xwe bêtir, ji milet û pêşevanên miletê serdest hez dike. Wan ji xwe mezintir û baştir dibîne.

Heger zarokên miletekî bi dîrok û çanda xwe mezin nebin, ewên bêtir xwe nêzîkî çand û dîroka gelê serdestê xwe bike û piştî demekê jî dê jê bawer be ku ew ya wî ye jî. Ji ber ku serdest wê fêrî wan dike.

Heger miletek bi şîara xwe ya neteweyî mezin nebe, wê roj bi roj ji gelê xwe, ji ziman, hebûn û rojên xwe yên neteweyî dûr bikevin. Ev jî dibe sedema xwe ji bîrkirinê ya weke netew. Loma jî bêtir xwe nêzîkî serdestên xwe dike. Wan ji xwe bêtir diparêze û xwedî li wan derdikeve. Weke dewşîrmeyên ku xwe tirk dihesibînin.

Çi dema dagirker, welatekî dagir dike, mejî, adet û toreyên însanên wî welatî jî dagir dikin ku weke milet xwe ji bîr bike. Bi adet û toreyên xwe mezin nebe. Loma ji ev zêdetirîn sed salan e ku herçar dagirkerên me, tiştên min li jor behs kirin, aniye û tîne serê gelê me. 

Lê ji ber ku em Kurd miletekî qedîm û mezinin, dikarin ewqas sal li hember hemî qedexeyan, ber xwe bidin, me da û didin. Em ketin lê xelas nebûn, cejn û adetên me li me qedexe kirin, lê me di her firsetande, çi bi dizî û çi jî bi eşkereyî ew pîroz dikirin ku neyên ji bîr kirin.

Bi lêdan û êşkenceyan, bi zor û zehmetiyan, me weke miletê kurd, heta ku ji me hat, heta ku me karîbû, me nehiş ew adet û toreyên me wenda bibin.

Me gelek caran agirê Newrizê di malên xwe de pê dixist. Di dilê xwe de pêxist. Di zîndanên dagirkerande, bi pêxistana findekê me Newroz pîroz dikir. Li gundan roja Newrozê em xort û keçên gundan, me cilêbergên xweşik li xwe dikirin. Xwe bera binya gund didan û govend digerand. Şahî û xweşî bi hevre pîroz dikirin bê ku em navê Newrozê bi nav bikin û ji me  gelekan jî nizanîbûn ew Newroz e.

Lê îro bi saya azadiya başûrê Kurdistanê, vekirî û bi eşkereyî Kurd Cejna xwe ya Neteweyî Newrozê li seran sera Kurdistanê û li cîhanê bi girseyên mezin pîroz dikin. Ev jî me fêrî wê yekê dike ku êdî xeta Neteweyî geş û xurt dibe.

Îro ne weke do ye ku her partî û tevger bi alayên xwe derkevin kolanan. Îro alaye rengîn ne tenê li qadên pîrozkirina şahiyan bilind dibe. Ew jî bi me dide îspatkirin ku kurd roj bi roj li netewebûna xwe vedigerin. Ruhiyeta neteweyî berz dibe, welatperwerî geş dibe. Bi vê bilindbûn û geşbûnê tê fêm kirin ku azadî û serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibe.

Do em bê xwedî bûn, bi tena serê xwe bûn. Her pîrozkirineke Newrozekê de me bedelên mezin didan. Ji ber pîrozkirina Newrozê, me tade û êşkenceyên hovane didîtin. Bi salan di zîndanên dagirkerande diman. Alaya kurdistanê bi kê re bihata girtin bi salan zîndan radizan. Lê îro li kolanên bakurê Kurdistan, tirkiye û ewropa bi aleya rengîn têne xemilandin.

 Di demên berê de li hember hemî êş û azarên dihat serê gelê me, me dîsa bi dizî û di quncikên tarî de li gor şert û mercan, Newroza xwe pîroz dikir.

Lê her tiştek weke xwe namîne. Ji bona kurdan jî azadiya başûrê Kurdistanê ya ku bi saya tekoşîna Barzaniyan, hate azad kirin. Ew azadî ji bona hemî kurdan bû hêz û qawet. Wê hêz û qawetê hemî îmkanên ku hebûn, ji bona hemî kurdên her çar perçan li gor îmkanên dest dida bi kar anîn û tînin. Heger ne ew bana me îro li tu qadeke bakurê Kurdistanê û li tirkiyê alayên Kurdistanê me yê nedîtana. Ji ber ku ew al bi destên kemalîstên kurd hatibû qedexekirin…

Dîsa bi saya azadiya başûrê Kurdistanê, kurd ji bêxwedîtiyê hatin rêzgarkirin. Êdî li ku û li kîjan perçê Kurdistanê kurd tade, êşkencê bibînin, desthilatiya başûrê Kurdistanê û bi taybetê Barzaniyên ku îro ji hemî kurdan re bûne weke bav, xwedî li wan derdikevin. Wan diparêze. Di qadên navneteweyî de ji hemî kurdan re dibin palpişt.

Lewra niha li welatên Ewropa Newroz bi serpereştiya Revenda Kurdustanî û tenê bi alaya Kurdistaniyan tê pîrozkirin. Ruhiyeta kurdewarî di nava kurdan de geş dike. Bi vê geşbûnê jî roj bi roj alaya Neteweperweriya kurd bilind dibe. Aha çi demê ew xet, ew bawerî û ew zanîn di nava kurdande geş û bilind bibe, ev bi me dide zanîn ku azadî û serxwebûna Kurdistanê nêzîk e.

Bi vê hişmendiyê êdî kurdan jî fêm kirin ku xelasî û azadiya wan di vê rêbaza bi xwîna pêşmêrgeyan hatibû nivîsînê de ye. Ew rêbaze ku dê kurdan ji hemî tengasiyan û li her çar perçan azad bike.

Ji ber vê ye ku êdî kurd û Kurdistanî jî xwedî li rêbaza xwe derdikevin, dixwînin û didin xwendinê. Ji ber ku êdî kurd gihiştine asta xwedî li xwe derketandinê. Kurdan fêm kirin ku ji bratiya kurdan pêve tu brayên me yên din tune ne. Kurd tê gihiştin ku êdî rê û rêbazeke wan heye ku xelasiya xwe di wê de dibînin.

Berê li bakurê Kurdistanê di xwe pêşandinên HDPDEMê de te newêrîbû alaya kurdistanî hilde. Te newêrîbû behsa Barzaniyan bikira. Lê em dibînin di meş û xwe pêşandanên wan de jî alaya kurdistanê tê bilindkirin. Êdî piraniya wan jî rêbaza pîroz naskirine û dikin. Serok Barzanî weke serokê xwe dibînin. Ev jî bi saya siyaseta Kurdistanî ya Barzaniyan û serok Mesûd Barzanî bû ku hatiye vê merhelê…

Mesaja Newroza 2026an, yekitî û yekrêziya hemî kurdistaniyan bû ku êdî ev ê roj bi roj geş bibe. Êdî her Newrozeke dê ji ya berî xwe xurtir û mezintir bibe…