Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana Pêşmergeyên birîndar kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Pêşmergeyên birîndar kir, silav û rêzên Serok Barzanî gihandin wan û Wezareta Tenduristiyê jî erkdar kir ku, her tiştê ji bo çarekirina wan pêdivî be bike.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye ku, Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 26ê Adara 2026ê) li nexweşxaneyeke Hewlêrê serdana Pêşmergeyên birîndar ên êrîşa bi mûşekên balîstîk a Îranê li ser Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Soranê kir.
Li gorî malpera navbirî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî ragihandin wan, rewşa tenduristiya wan pirsî û jê re çarebûneke bilez xwest.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kiriye ku, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa Wezareta Tenduristiyê jî erkdar kir ku, her tiştê ku ji bo çarekirina wan pêdivî be bike.
Ev jî di demekê de ye ku, bingeheke firqeya heftê ya piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncê ya piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê li serê sibeha roja (Sêşem, 24ê Adara 2026ê) di du êrîşên cuda de ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi şeş mûşekên balîstîk hatin armanckirin, û di encamê de şeş Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.