Wezareta Pêşmerge: Komên Terorîst ên Derveyî Yasayê bi Çar Dronan Êrîşî Baregeheke Pêşmerge Kirin

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku: “Bi çar dronan êrîşî baregeheke Pêşmerge hat kirin. Ev zincîre êrîş bi eşkere û li ber çavê artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê tên kirin.”
Îro Duşemê, 6ê Nîsana 2026an, Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek weşand û tê de hat gotin: “Şeva 5ê Nîsana 2026an, careke din komên terorîst ên derveyî yasayê, bi rêya çar dronên bombekirî êrîşî baregeheke Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirin. Di rojên borî de jî gelek caran êrîşên terorîstî li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê li ser baregehên Pêşmerge berdewam bûn.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku: “Ev zincîre êrîş bi eşkere û li ber çavê artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li ser Herêma Kurdistanê û baregehên Hêzên Pêşmerge tên kirin, û ziyanên canî û madî yên mezin bi dû xwe de anîne.”
Wezareta Pêşmerge bal kişand ser wê yekê ku: “Heta niha Hikûmeta Federal, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Fermandariya Operasyonên Hevbeş û saziyên ewlehiyê yên Iraqê, tu helwesteke cidî nîşan nedane ji bo rêgirtin li van êrîşên terorîstî û têkdane.”
Wezareta Pêşmerge tekez dike ku Pêşmerge beşek e ji sîstema ewlehî û berevaniyê û her tim roleke sereke û bi bandor di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye. Ji ber vê yekê: “Divê ev destdirêjî bi lez bên rawestandin û tawanbar bên cezakirin.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Ji bo berjewendiya hemû xelkê Iraq û Kurdistanê û ji ber vê rewşa nebaş a niha, me sebir kiriye. Lê belê eger Hikûmeta Federal her wiha bêhelwest bimîne, em ê neçar bibin ku xwedî helwestên din bin.”