Mesrûr Barzanî: Êdî nabe bi hincetên bêbingeh êrişî Kurdistanê were kirin

masrour-barzani-drone-attack-erbil-net

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrişa dronî ya li ser mala Pêşmergeyekî li sînorê Hewlêrê, ku tê de ew Pêşmerge û hevjîna wî şehîd bûn, bi tundî şermezar kir û ev êriş wekî “tawana şer” pênase kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 7ê Nîsanê di peyama xwe de xemgîniya xwe ya kûr li ser şehîdbûna Pêşmerge û hevjîna wî anî ziman, ew êrîş şermezar kir û ragihand, armancgirtina xelkê sivîl û malên welatiyan “tawaneke şer” e. Herwiha tekez kir: “Em ê dengê xelkê bêguneh ê Kurdistanê bigihînin hemû cîhanê, da ku sînorek ji bo vê zulma ku li dijî wan tê kirin were danîn.”

Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Ez bi bihîstina nûçeya êrişa dronî ya li ser mala Pêşmergeyekî li sînorê Hewlêrê, ku bû sedema şehîdbûna wî û hevjîna wî, pir xemgîn û dilgiran im.

Bi her awayî vê tawana kirêt şermezar dikim û tawanbaran rûreş dikim.

Armancgirtina girtina xelkê sivîl û malên welatiyan tawana şer e. Em ê daxwaza xelkê bêguneh ê Kurdistanê bigihînin hemû cîhanê da ku sînorek ji bo vê sitemkariya ku li hemberî wan tê kirin were danîn û êdî bi hincetên bêbingeh, êrişî xelkê Kurdistanê neyê kirin.