Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e Hikûmeta Iraqê kar ji bo rawestandina êrişên li ser Kurdistanê bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrişa dronî ya li ser xaniyê welatiyekî li gundê Zergezewî yê Hewlêrê şermezar kir û daxwaz ji Bexdayê kir ku sînorekî ji bo van êrişan deyne.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 7ê Nîsanê di peyamekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî “X”ê ragihand: “Ez bi tundî vê êrişa terorîstî şermezar dikim ku derengiya şeva borî bi dronî li ser mala welatiyekî li gundê Zergezewî yê ser bi parêzgeha Hewlêrê pêk hat û mixabin di encamê de du hevjîn şehîd bûn.”
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de sersaxî ji malbat û kesûkarên şehîdan re xwast û got: “Ez bi dil û can hevparê xema wan im. Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikim ku canê wan bi rehm û mihrabaniya xwe şad bike û aramiyê bide malbata wan.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir, ev cure êriş bi ti awayî nayên qebûlkirin û bi temamî tên redkirin. Herwiha Nêçîrvan Barzanî bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku erk û berpirsyariya xwe ya ji bo rêgirtina li van tawan û êrişên terorîstî bicî bîne.
Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku divê ev destdirêjiyên li ser xelkê sivîl û bêguneh ê Herêma Kurdistanê êdî neyên dubarekirin.