Li pêşberî azadiya gelê Kurd Bendava herî mezin DEMe

Li pêşberî azadiya gelê Kurd Bendava herî mezin DEMe

Bêbê Eser

Dijminê miletê kurd belasebeb negotine, “ ax aqilê Kurdan yên talî”. Yanî piştî ku her tişt diqede, ji nû de aqil û heşê kurdan tê serê wan. Lê êdî ew aqil pere nake an nema dikare wêranî û xerabiyên ku hatine serê wî û gelê wî bi şûnde vegerîne. Baş lê hay dibe ku wî çi û çilo bi destê xwe aniyê ser xwe. Aha ew aqilê kurdan yên wê demê, zêrîn e. Ji ber ku dijminê miletê me tim gotine ”ax ew aqilê talî yên kurdan li serê min ba”.

Ji derxistina pkk heta roja qaşo çek danîna wê û daxuyaniyên serokê wê Evdila, kurd ji nûde bi xwe hesiyan, fêmkirin ku pkk ji roja rojde dewletê ew ji bona tevgera gelê kurd li her çar perçan têk bibe, damezrandibû.

Îro bi awayekî berfireh tiştên pkk, rol û erka wê ya ji bona tunekirina miletê kurd, pir bi zelalî hatiye û tê zanîn. Loma jî piraniya rewşenbîr û ronakbîrên me li hember vê, rêya rast, divê tekoşînek çawa bê dayîn, dibêjin û dinibîsînin.

Heta vir gelek baş e. Lê gelo ew nivîsana çiqasî têne xwendin? Ya girîng ev e. Loma jî pêşniyar dikim ku ew camêr û canikên êdî rastî dîtin e, divê carekê û ji nû de nivîsên wan ronakbîr û rewşenbîrên wêrek ku di demên herî xeter de li ser rastiya pkk nivîsandibûn, bila ji nû de bixwînin û bibînin bê hin ji wan wêrekên wê demê çi nivîsîbûn û gotine.

Me piraniyê bi hevre fêm kir ku ew dem û ew firset ji dest me çû û pkk bi saya şerê xwe ê ji bona tunebûna kurdan dikir bi serketî ye. Bi ser ketiye lê hin kêmanî jî mane. Aha ew kêmaniyan dê çawa bêne temam kirin ya girîng û pirs di vir de ye.

Li gor min, em îro jî çi xeteriyên mezin ku li ser destê DEMê tê meşandinê, nabînin an hin naxwazin wê yekê bibînin. Loma jî zêde behsa wê nakin. Hin ji bona rojekê bibin parlemen an serokê şaraderiyekê û hin jî ji tirsa, hin jî ji ber meseleya rantê, li hember bûyer û kiryarên ji bona demên bên, li hember DEMê bêdeng in.

Ew bê dengiya li hember pkk çawa wêranî ji bona kurdan anî ku îro dengên derdikevin zêde tesîra xwe jî nemaye an nake. Sibê ew proje tunebûna kurdan dê bi awayekî din û bi rêya DEMê dê bikeve jiyana Kurdên bakurê Kurdistanê.

Di projeya DEMê de ew kêmaniya pkk hiştibû an nikarîbû pêk bianiya, niha wê bi rêya DEMê temam bike. Ew jî eve ku bi temamî bêdengkirina kurdan û tunekirina wan e. Ji ber vê pêwîste siyasetmedar û rewşenbîrên gelê kurd ji niha de vê bibînin û bi qasî ji wan tê, divê li hember wê rawestin. Vê rastiyê û projeya DEMê ya tunekirina kurdan li ser destê wê, ji miletê xwe re vebêjin.

Madem li hember vê, partiyên siyasî yên kurdistanî û gelek siyasetmedarên me bêdeng in, divê ev bar ji teref rewşenbîrên vî gelî bê  hilgirtin. Di gelek welatan de dema partiyên siyasî nikaribin an bêdeng bin. Rewşebîr bi deng dibin. Divê li bakurê Kurdistanê jî ev bê destpêkirin.

Partiya serokên wê ne kurd bin, partiya ku piraniya rêvebirên wê ne kurd bin, dê ew partî çawa ji bona kurdan kar bike?  Heta ku em vê bi zelalî, bi wêrekî bi gel nedin fêmkirinê zehmete ku gavên erênî yên berbi yekitiyan bêne avêtin.

Lê Kurd û bi taybetî partiyên me yên siyasî ku ji xwe re dibêjin em Kurdistanî ne vê nabînin, ya jî naxwazin bibînin. Loma gel û kesayetiyên nezan di şahiyên DEMê de ji bona tunebûna xwe govendê digerinin, lê nizane an fêm nake ku ew govenda dawî anîna vî ango wan bi xwe ye.

Gotina talî:

Heger ji niha de her kurdekî ji welatê xwe Kurdistana şêrîn hez dike û ji bona azadiya wî kar nekin, heger partî û tevgerên Kurdistanî li hember vê projeya DEMê yekitiya nav mala xwe pêk neynin, kurd diqedin. Wê demek bê em ê bi tepikan bi xwe bikevin, lê êdî wê tu fêda wê tune be. Weke rewşa me ya niha…

Ji ber vê dibêjim: Partiyên me yên Kurdistanî, ya hûnê bibin yek, ya jî hûnê herin yek bi yek û miletê xwe jî bi xwe re tune bikin. Dê berpirs û sûcdarê vê jî tenha hûnê bi xwe bikin.