Medyaya Îranê: Danûstandinên li Pakistanê derbasî qonaxa “Belgekirinê” bûn

Qonaxa yekem a danûstandinên dîplomatîk ên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, bi encamên berbiçav bi dawî bû. Hat ragihandin ku her du aliyan ji qonaxa axaftinên devkî derbasî qonaxa fermî ya pevguhertina nivîsar û reşnivîsan bûne.
Ajansa nûçeyan a Fars a Îranê eşkere kir ku şandeyên her du welatan li ser mijarên nakok, tekstên nivîskî pêşkêşî hev kirine. Ev gav wekî nîşana herî xurt a derbasbûna ber bi qonaxeke cidî û belgekirî tê nirxandin. Tîmên pispor û teknîkî niha mijûlî nirxandina hûrgiliyên van reşnivîsan in daku xalên lihevkirinê bên zelalkirin.
Li gorî zanyariyên ku jêderekî Pakistanî ji kanala CNN re ragihandine, danûstandin bi awayekî pir çir û germ birêve diçin. Pakistan di vê proseyê de ne tenê wekî mazuvant, lê wekî navbeynkarekî çalak rol digire.
Tê gotin ku Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Fermandarê Artêşê General Asim Munîr, rasterast di hundirê jûreya danûstandinan de amade ne.
Rayedarên Pakistanî bi xwe serpereştiya proseyê dikin daku rê li ber her astengiyekê bigirin.
Ji ber giringî û hestiyariya mijarên teknîkî, tê çaverêkirin ku gotûbêj heta derengiya şevê berdewam bikin. Jêderên dîplomatîk destnîşan dikin ku şansekî mezin heye danûstandin heta roja Yekşemê jî bên dirêjkirin daku her du alî li ser reşnivîseke hevbeş bigihîjin encamekê.
Ev geşedana nû nîşan dide ku peywendiyên navbera Tehran û Washingtonê ji qonaxa “gotûbêjên giştî” derbasî qonaxa “hûrgiliyên teknîkî yên li ser rûpelan” bûne, ku ev yek hêviyên ji bo çareseriyeke dîplomatîk zêdetir dike.