Trump gefa dorpêça deryayî li dijî Îranê dixwe: Karta serkeftinê di destê me de ye

Trump Gefa Dorpêça Deryayî li Dijî Îranê Dixwe: Karta Serkeftinê di Destê Me de ye

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump, ragihand ku eger Tehran daxwazên Washingtonê qebûl neke, ew ê “dorpêçeke deryayî ya berfireh” bixe dewrê. Trump ev pêngav wekî “karta serkeftinê” ya li dijî Îranê bi nav kir.

Trump bi rêya hesabê xwe yê Truth Social vîdyoyek parve kir û bal kişand ser bandora dorpêça deryayî. Di vîdyoyê de tê destnîşankirin ku eger rêyên dîplomatîk encam nedin, ev dorpêç dê bibe amûreke yekalîker ji bo têkbirina aboriya Îranê.

Li gorî şiroveyên di nûçeyê de, eger Îran li ser helwesta xwe ya niha berdewam be, dibe ku Trump ji bilî dorpêçê, bijardeya operasyonên leşkerî û bombebarankirina navendên stratejîk jî bixe rojevê. Armanca sereke ya dorpêçê, birrîna hinardeya petrola Îranê ya ber bi Çîn û Hindistanê ve ye, ku ev yek dê zexteke giran a dîplomatîk li ser van welatan jî ava bike.

Ev daxuyaniyên tund piştî bêencambûna gera dawî ya danûstandinên li Îslamabada Pakistanê hatin. Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance li ser mijarê got, “Washington ji xetên xwe yên sor paşve nakişe. Niha top di qada Îranê de ye û divê Tehran biryara xwe bide.”

Tê gotin ku Trump dixwaze heman stratejiya ku li dijî Serokê Venezuelayê Nicolas Maduro bi kar anîbû, li dijî Îranê jî bimeşîne. Di wê serdemê de, dorpêça deryayî aboriya Venezuelayê îflîj kiribû.

Di warê leşkerî de jî tevgerên girîng hene:

Keştiya balafirhilgir a mezin USS Gerald Ford gihîşt avên Kendavê.

Ev keştî tevli keştiya USS Abraham Lincoln û hêzên din ên deryayî bû.

Pispor di wê baweriyê de ne ku armanc kontrolkirina Tengava Hurmizê û şikandina serweriya Îranê ya li ser vê rêya stratejîk e.

Bi gihîştina van hêzên deryayî, peyama Washingtonê ya ji bo Tehranê zelaltir bûye: An lihevkirin, an jî îflîja aborî û dorpêçeke giştgir.