Hakan Fîdan: Amerîka û Îran di Mijara Agirbestê de Cidî ne

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, di çarçoveya bernameya “Maseya Edîtoran” a Ajansa Anadoluyê de, nirxandinên giring li ser rageşiya navbera Amerîka û Îranê kirin. Fîdan destnîşan kir ku her du alî jî girîngiya agirbestê fêm dikin û di vê mijarê de xwedî helwesteke cidî ne. Fîdan diyar kir ku ev agirbest ji bo dabînkirina aramiya herêmî pêdiviyeke jiyanî ye.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Fîdan bal kişand ser krîza li Tengava Hurmizê û diyar kir ku Tirkiye alîgirê çareseriyên dîplomatîk e. Wezîr Fîdan hişyarî da ku avakirina “hêzeke çekdar a navdewletî” ji bo parastina tengavê dibe ku bibe sedema zehmetiyên mezintir û destnîşan kir ku Enqere ji bo rêgirtina li karesatên nû yên şer, bi hemû aliyan re di peywendiyê de ye.
Li aliyê din, li Washingtonê amadekariyên nû yên leşkerî di rojevê de ne. Li gorî nûçeya rojnameya Wall Street Journal, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber xitima danûstandinên li Pakistanê, vebijarkên wekî êrîşên leşkerî yên sînordar û dorpêça deryayî ya li ser Tengava Hurmizê dinirxîne. Berpirsên Amerîkî dibêjin her çend şerekî giştgir ne di rojevê de be jî, lê zextên leşkerî yên sînordar wekî amûreke zextê têne bikaranîn.
Di geşedaneke herî dawî û krîtîk de, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ew ê îro saet 10:00ê êvarê (bi dema Amerîkayê) dorpêçeke deryayî deynin ser benderên Îranê. Ev biryar wekî qonaxeke nû ya zextên aborî û leşkerî li ser Tehranê tê nirxandin.
CENTCOMê eşkere kir ku ev dorpêç dê bi awayekî “bêalî” li ser hemû keştiyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin yan jî jê derdikevin were sepandin. Hat destnîşankirin ku keştiyên bazirganî yên navdewletî yên ku tenê Tengava Hurmuzê wekî rêgehekê bikar tînin û armanca wan ne benderên Îranê ne, dê karibin geştên xwe bidomînin.