Brîtanya li dijî dorpêça tengava Hurmizê derket

Brîtanya li dijî dorpêça tengava Hurmizê Derket

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer, bi daxuyaniyeke tund nerazîbûna welatê xwe li dijî biryara Amerîkayê ya ji bo dorpêçkirina Tengava Hurmizê nîşan da. Starmer ragihand ku London bi ti awayî piştgiriyê nade vê gava Washingtonê û hişyarî da ku girtin an astengkirina çûnûhatina deryayî li vê navçeyê, dê bibe sedema krîzeke mezin di aboriya cîhanê de.

Serokwezîr Starmer di hevpeyvîneke radyoyî de destnîşan kir ku parastina aramiya Tengava Hurmizê ji bo daxistina nirxê enerjiyê û baştirkirina asta jiyana xelkê mifteya sereke ye. Starmer got: “Ev dorpêç li dijî berjewendiyên me ye. Divê civaka navdewletî ji bo kêmkirina girjiyê û vekirina bi temamî ya tengavê bikeve nav liv û tevgerê.”

Hevdem ligel daxuyaniyên Londonê, biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo dorpêçkirina deryayî ya benderên Îranê, bandoreke yekser li bazarên enerjiyê kir. Piştî ragihandina ku dorpêç îro saet 17:00an (bi dema Hewlêrê) dikeve meriyetê, nirxê petrola xam a Brent bi rêjeyeke berbiçav (%7.05) zêde bû û ji sînorê psîkolojîk derbas bû, gihîşt 101.91 dolarî.

Li ser pirsên ku gelo ev biryara Trump “tolhildanek” e li dijî Ewropayê ji ber nebûna piştgiriya wan, Starmer rasterast bersiv neda, lê bal kişand ser giringiya dîplomasiyê. Şirovekarên siyasî diyar dikin ku ev nakokiya kûr a di navbera London û Washingtonê de, dibe ku bibe sedema şikestineke nû di navbera hevpeymanên Rojavayî de li ser çareserkirina krîza Îranê.

Tê çaverêkirin ku bi destpêkirina fermî ya dorpêçê re ji aliyê CENTCOMê ve, aloziyên leşkerî û aborî li herêmê bigihîjin lûtkeyê.