JD Vance: Me hêlên xwe yên sor diyar kirin, niha top li qada Tehranê ye

JD Vance

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ragihand, Washingtonê di danûstandinên bi Îranê re “hêlên xwe yên sor” bi zelalî diyar kirine û “niha top li qada Tehranê ye”.

JD Vance dawiya hefteya borî li welatê Pakistanê serokatiya şandeya Amerîkayê kir û bi rayedarên Îranê re civiya. Lê belê ev danûstandinên ku armanca wan rawestandina şerê pênc hefteyî bû, bêyî ti encam an rêkeftinekê bidawî bûn. Ev şerê li navçeyê, di 28ê Sibata borî de bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kiribû.

JD Vance di hevpeyvînekê de ligel kanala “Fox News” bal kişand ser mercên Amerîkayê û destnîşan kir ku Serok Donald Trump di du xalên sereke de, ti nermiyê nîşan nade:

– Kontrolkirina Uranyumê: Divê uranyuma dewlemendkirî ya Îranê di bin kontrola Amerîkayê de be.

– Mekanîzmaya Pişkinînê: Avakirina sîstemeke çavdêriyê ya pir hûr û tund, da ku were mîsogerkirin ku Îran di paşerojê de çekên atomî pêş nexe.

Vance di vê barê de got: “Ji bo Îraniyan hêsan e ku bêjin ‘çekên me yên atomî nabin’, lê ji bo me ya giring ew e ku em sîstemeke wisa ya garantîkirî ava bikin, ku em pê ewle bin ev yek rû nade.”

Cîgirê Serokê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, Washington li bendê ye Îran di berdêla agirbesta du hefteyî de –ya ku hefteya borî her du alî li ser li hev kiribûn– Tengava Hurmizê bi temamî ji bo çûnûhatina deryayî veke.

Ev daxuyaniyên Vance nîşan didin ku tevî agirbesta demkî jî, rageşiya di navbera her du welatan de li ser mijara atomî û ewlehiya deryayî hîn bi tundî berdewam dike.