Hêzên Amerîkayê bi temamî ji baregeha qesirkê vekişiyan

Hêzên Amerîkayê bi temamî ji baregeha qesirkê vekişiyan

Proseya vekişîna hêzên Amerîkayê ji axa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê derbasî qonaxeke nû bû. Li gorî zanyariyên meydanî, tevahiya hêzên Amerîkayê ji baregeha stratejîk a Qesirkê vekişiyan û berê xwe dan welatê Urdinê. Ev gava dawî piştî biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo dawîanîna hebûna leşkerî li Sûriyeyê hat avêtin.

Li gorî zanyariyên ku peyamnerê Kurdistan24ê ragihandine, valakirina baregeha Qesirkê bi çend qonaxan hat encamdan. Beriya niha di mehên Sibatê de jî çendîn karwanên leşkerî ku ji zirîpoş û wesayîtên giran pêk dihatin, ber bi sînorên Iraqê ve hatibûn şandin. Qesirk wekî yek ji mezintirîn û giringtirîn navendên Amerîkayê li herêmê dihat naskirin, lewma valakirina wê bandoreke rasterast li ser hevsengiyên hêzê dike.

Piştî valakirina baregehê, guhertineke giring di pêkhateya parastina deverê de rû da. Biryar hat dayîn ku “Fîrqeya 60an” a artêşa Sûriyeyê li şûna hêzên Amerîkayê li baregeha Qesirkê were bicihkirin. Hêjayî gotinê ye ku ev fîrqe di bingeh de ji şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêk tê û di çarçoveya rêkeftinên nû de erkê parastina vê xalê ji wan re hatî raspartin.

Li herêmên din ên bin kontrola Amerîkayê de jî serederiya bi baregehan re bi vî awayî ye:

Baregeha Şedadê: Hêzên Amerîkayê piştî vekişînê beşek jê rûxand û beşê din radestî hikûmeta Sûriyeyê kir.

Baregeha Telbêder: Ev xala nêzîkî Qesirkê radestî lîwayeke ser bi HSDê ve hat kirin.

Baregeha Xerab El-Cîr: Ev bingeh ku dikeve navbera Tilkoçer û Rimêlanê, niha wekî tekane pêgeh maye ku hîn hêzên Amerîkayê lê amade ne.

Ev geşedan nîşan didin ku li herêmê nexşeya kontrolê ji nû ve tê darêştin û di navbera hêzên navxweyî û navdewletî de qonaxeke nû ya leşkerî dest pê kiriye.