Hakan Fidan: Tirkiye amade ye tengava Hurmizê ji mînan paqij bike

Hakan Fidan: Tirkiye amade ye tengava Hurmizê ji mînan paqij bike

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan ragihand ku eger Amerîka û Îran bigihîjin peymaneke aştiyê, welatê wî amade ye beşdarî operasyonên navdewletî yên ji bo paqijkirina mînên li tengava Hurmizê bibe. Fidan ev gav wekî “erke kê mirovî” pênase kir û destnîşan kir ku armanca wan asayîkirina rewşa geştên deryayî ye.

Roja Şemiyê, 25ê Nîsana 2026an, Hakan Fidan li Londonê di civîneke ligel rojnamevanan de diyar kir ku Enqere bi erênî li proseya rakirina mînên deryayî yên li tengava Hurmizê dinêre. Fidan got: “Tê payîn ku piştî îmzekirina peymana aştiyê, tîmeke teknîkî ji welatên cuda dest bi paqijkirina gerûyê bikin; Tirkiye jî amade ye di vê erka teknîkî de alîkariyê bike.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekez kir ku beşdariya welatê wî tenê ji bo mebestên teknîkî ye, ne serbazî. Fidan hişyariyeke zelal da û got, “Enqere bi tu awayî nabe parçeyek ji operasyoneke ku welatê me wekî aliyekî di nav pevçûneke nû de nîşan bide. Eger di pêşerojê de tu hevpeymaniyek ber bi alîgirî an şer ve biçe, Tirkiye dê di helwesta xwe de vegere.”

Hakan Fidan di derbarê krîza navdewletî ya li ser bernameya atomî ya Îranê de jî geşbîniya xwe nîşan da. Wî hêvî kir ku ev pirsgirêk di gera bê ya danûstandinên ku dê li Pakistanê bên kirin de werin çareserkirin. Fidan di dawiyê de anî ziman ku armanca serekî ya Tirkiyeyê ew e ku geştên keştiyan li tengava Hurmizê bi ewlehî û bêyî dayîna bac û rismên zêde, vegerin rewşa xwe ya asayî.