Îranê pêşniyazeke nû pêşkêşî Amerîkayê Kir: Kîlîta vekirina Hurmizê di destê Trump de ye

Îranê pêşniyazeke nû pêşkêşî Amerîkayê Kir: Kîlîta vekirina Hurmizê di destê Trump de ye

Li gorî nûçeya malpera naskirî “Axios”, Îranê bi navbeynkariya Pakistanê pêşniyazeke nû û krîtîk ji bo kêmkirina girjiyê pêşkêşî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYAyê) kiriye. Armanca sereke ya vê pêşniyazê bidawîkirina aloziya leşkerî û dubare vekirina Tengava Hurmizê ye, ku ev demeke dirêj e wekî xala herî germ a cîhanê tê şopandin.

Di hûrgiliyên pêşniyaza Tehranê de xaleke balkêş heye: Îran amade ye daxwazên xwe yên derbarê danûstandinên atomî de ji bo qonaxeke din paş bixe. Di berdêla vê de, Îran daxwaz dike ku Amerîka cezayên li ser benderên wê rake; heke ev şert pêk were, Tehran soz dide ku Tengava Hurmizê bi temamî ji bo çûnûhatina deryayî veke.

Tê payîn ku îro 26ê Nîsanê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li “Odeya Operasyonan” (Situation Room) ligel berpirsên paytebilind ên asayîşa neteweyî û şêwirmendên siyaseta derve bicive. Mijara bingehîn a vê civîna çarenûssaz, nirxandina vê pêşniyaza nû ya Îranê û diyarkirina stratejiya nû ya Amerîkayê ye.

Serok Trump di daxuyaniyekê de ji bo kanala “Fox News” gelekî geşbîn axivî û diyar kir ku ew bawer dike şerê bi Îranê re ber bi dawiyê ve diçe. Trump got: “Ez bawer dikim ku ev krîz dê pir zû bidawî bibe û em ê bi serkeftî jê derkevin.” Lê belê, Trump careke din xeta xwe ya sor bi bîr xist û tekez kir ku ew ê bi ti awayî rê nedin Îran bibe xwediyê çekê atomî.

Serokê Amerîkayê her wiha bal kişand ser serkirdayetiya Îranê û destnîşan kir ku hinek ji wan “aqilane” tevdigerin. Trump bi peyameke vekirî bang li Tehranê kir û got: “Heke Îran bixwaze biaxive, deriyê me vekirî ye.” Ev daxuyaniyên Trump wekî nîşaneyeke nermbûnê di dîplomasiyê de têne nirxandin, her çend zextên aborî û leşkerî hîn jî di asta herî bilind de ne.