Mesrûr Barzanî: “Em piştgirê pêkanîna hikûmeteke federal û mafperwer in”

Mesrûr Barzanî: "Em piştgirê pêkanîna hikûmeteke federal û mafperwer in"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 2ê Gulana 2026an, li Paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî û şandeya pê re ya “Çarçoveya Hevahengiyê” kir. Di vê hevdîtina girîng de, qonaxên dawî yên gotûbêjên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmeta federal û hevahengiya navbera aliyan hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de amadeyiya Herêmê ji bo piştgirîkirina hikûmeta nû nîşan da. Barzanî tekez kir ku ev piştgirî girêdayî çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê ye li ser bingeha destûrê, parastina mafên gelê Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya federal a Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Barzanî bal kişand ser wê yekê ku niha “derfeteke nû” ji bo Iraqê hatiye pêş daku kêşe bi awayekî dadperwerane û yekcarî werin çareserkirin. Wî destnîşan kir ku divê birêvebirina welat û pêvajoya siyasî li ser sê stûnên sereke yên wekî “Hevparî, Hevsengî û Lihevhatinê” (Şiraket, Tawazun, Tawafuq) bête meşandin daku aramiya mayînde pêk bibe.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî spasiya helwesta avaker a Mesrûr Barzanî kir û ragihand ku bihêzbûna Herêma Kurdistanê di berjewendiya hemû Iraqê de ye. Zeydî piştrast kir ku ew ê di dema desthilatdariya xwe de bi awayekî dadperwerane û li gorî berjewendiyên giştî serederiyê ligel daxwazên Herêma Kurdistanê bike.

Elî Zeydî piştî civînê li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî (X) diyar kir ku armanca wan a sereke pêkanîna hikûmeteke niştimanî ye. Wî tekez kir ku diyaloga bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re girîng bû daku daxwazên hemû pêkhateyên Iraqê di bin sîwana aramî û yekrêziyê de werin bicîhkirin.