Pêngava vegerê: 1500 malbatên Ereb ji Efrînê ber bi dêrezorê ve diçin

Piştî rûxandina desthilata Beşar Esed û guhertinên lezgîn ên li Sûriyeyê, proseya valakirina malên Kurdan li Efrînê dest pê kir. Li gorî zanyariyên herî dawî, biryar hatiye dayîn ku 1500 malbatên Erebên hawirde, yên ku ji Dêrezorê hatibûn anîn, ji herêma Efrînê vegerin cih û warên xwe yên resen.
Parêzgarê Dêrezorê û berpirsê herêma Efrînê, Xêro Dawûd, ligel nûnerên malbatên Ereb ên li Efrînê civiyan daku hûrgiliyên vê plana vegerê gotûbêj bikin. Hat ragihandinn ku ev malbat dê di nava mehekê de, bi rêya karwanên birêkûpêk, ji herêma Efrînê derkevin û ber bi parêzgeha Dêrezorê ve bi rê bikevin.
Ji bo hêsankirina vê proseyê, hikûmetê planeke darayî amade kiriye. Li gorî vê planê, dê alîkariya dravî bidin wan malbatan daku karibin lêçûnên vegerê peyda bikin û li Dêrezorê ji nû ve jiyana xwe birêxistin bikin. Ev pêngav wekî hewildanekê ji bo kêmkirina girjiyên demografîk li Efrînê tê nirxandin.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, di sala 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ve hatibû kontrolkirin. Di wê demê de bi sed hezaran Kurdên resen neçar mabûn koçber bibin û li şûna wan malbatên Ereb ji parêzgehên wekî Dêrezor, Xûte, Hims û Helebê hatibûn bicihkirin.
Bi rûdana guhertinên dawî yên li Sûriyeyê, li aliyekî pêleke nû ya vegera Kurdan a bo Efrînê dest pê kiriye û li aliyê din jî, Erebên hawirde dest bi valakirina xanî û milkên Kurdan kirine. Çavdêr diyar dikin ku vegera van 1500 malbatan, dê bibe destpêka proseyeke berfirehtir daku nasnameya resen a herêma Efrînê careke din were parastin.