Mezlûm Ebdî: Ti pêşniyarek ji bo wergirtina posteke bilind li Şamê negihiştiye min

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), Mezlûm Ebdî di hevpeyvîneke berfireh de behsa têkiliyên bi Şamê re, kêmasiyên rêveberiya xwe û paşeroja hêzên xwe kir.
Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna bi podkasta (Bi dema Şamê) de ku biryar e di nêz de li ser platforma “Mazeej” bê weşandin, diyar kir ku Serokê Sûriyê Ehmed Şera yan hikûmetê “bi awayekî rasterast” wezîfeyeke bilind an jî postek di nivîsgeha serokatiyê de pêşniyarî wî nekiriye.
Lê belê, dema ku jê hat pirsîn “gelo bi awayekî nerasterast pêşniyarek wiha hatiye kirin?”, Ebdî bi bêdengiyekê bersiv da, ku ev jî wekî “erê” hat nirxandin.
Derbarê konferansa li Hesekê de ku bi beşdariya kesayetiyên Durizî wek Şêx Xezal Xezal û Şêx Hikmet Hicrî lidar ketibû, nexasim ku piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Ebdî û Şera de pêk hatibû, Fermandarê HSD got: “Dibe ku ev konferans pêk nehatibûya, lê pêk hat; bi dîtina min ne pêwîst bû ku tiştekî wiha bibe.”
Ebdî herwiha destnîşan kir, di şerê li dijî DAIŞê de hêzên HSD ne tenê bûn û aliyên din jî di vî şerî de cih girtine.
Mezlûm Ebdî di beşeke din a axaftina xwe de li ser mijara madeyên hişbir li herêmên bin kontrola wan ên berê (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) li xwe mikur hat û got: “Em di têkoşîna li dijî qaçaxçîtî û belavbûna madeyên hişber de, li herêmên xwe ne serkeftî bûn.”
Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera di 10ê Adara 2025an de peymanek îmze kiribûn. Li gorî wê peymanê, biryar hatibû girtin ku HSD tevlî nav artêşa Sûriyeyê bibe û hemû saziyên sivîl û leşkerî (dergehên sînorî, firokxane, bîrên petrol û gazê) radestî dewletê bên kirin. Herwiha di peymanê de hatibû qebûlkirin ku Kurd wekî pêkhateyeke resen a Sûriyeyê bên naskirin û mafên wan ên destûrî bên parastin.
Tevî ku ev peyman ji bo demekê rastî astengiyan hat û bû sedema alozî û şerê navbera artêş û HSD, lê di Çileya 2026an de agirbesteke nû hat îmzekirin. Bi vê agirbestê re HSD binkeyên xwe radestî hêzên hikûmetê kirin. Bi vê yekê re, bi awayekî pratîkî dawî li tiştê ku jê re “Rêveberiya Xweser” dihat gotin hat û dewleta Sûriyeyê serweriya xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê welat careke din çespand.