Mercê Qendîlê ji bo berdewamiya pêvajoyê statuya Ocalan e !!

PKK-Salek-info

Rêveberiya PKKê ya hatiye betalkirin, di salvegera fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de, di civîneke çapemeniyê de bi beşdariya Mustafa Karasû û Sozdar Avesta, tekezî li ser pêdiviya naskirina fermî ya statuya Abdullah Ocalan û avêtina gavên hiqûqî kir. Navê rêxistinê jî ji PKKe bo Tevgera Apoyî guherand.

Îro, roja Sêşemê 5’ê Gulana 2026’an, rêveberên PKKê Mustafa Karasû û Sozdar Avesta di civîneke çapemeniyê de bersiv û nirxandinên rêxistinê yên der barê pêvajoya aştiyê de ragihandin. Sozdar Avesta daxuyanî bi zimanê kurdî û Mustafa Karasû jî bi tirkî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku salek di ser biryara dîrokî ya betalkirina PKKê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê de derbas bûye. Ev biryar li ser banga Abdullah Ocalan a di Sibata 2025’an de hatibû girtin û armanca wê vekirina rêya çareseriya siyasî bû.

Hate destnîşankirin ku ji bo nîşandana vê biryardariyê, di 11’ê Tîrmeha 2025’an de Hevseroka KCK’ê Besê Hozat tevî 30 gerîlayan çekên xwe şewitandine. Paşê wan hêzên xwe ji nav sînorên Tirkiyeyê vekişandine derve da ku vîna xwe ya aştiyê îspat bikin.

Daxuyaniyê diyar kir ku ji ber “Apo” muxatabê sereke û sermuzakerevanê vê pêvajoyê ye, daxwaz hat kirin ku statuya wî ya siyasî û qanûnî were diyarkirin. Her wiha hate xwestin ku derfet were dayîn ku ew bi azadî bi aliyên cuda re hevdîtinan pêk bîne.

Rêveberiya PKKê tekez kir ku bêyî diyarkirina statuya Abdullah Ocalan, hevdîtinên demkî çi encamên bingehîn nadin dest.

Di daxuyaniyê de rêveberiya PKKê rexne li helwesta dewleta Tirkiyeyê girt ku heta niha gavên qanûnî yên pêwîst neavêtine. Hate destnîşankirin ku rapora komîsyona parlamentoyê ya Tirkiyeyê hîna neketiye meriyetê û dewlet bi sarî û sistî nêzî mijarê dibe.

Rêveberiya PKKê dupat kir ku wan hemû erkên li ser milê xwe bi cih anîne û niha dor li dewleta Tirkiyeyê ye ku ji bo “Entegrasyona Demokratîk” û çareseriya pirsgirêka kurd, zemînekî hiqûqî û qanûnî amade bike û Ocalan wekî aliyê fermî yê danûstandinan nas bike.