Nêçîrvan Barzanî: Divê Iraq ji aloziyên herêmî bê dûrxistin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî czincîreyek hevdîtinên dîplomatîk û siyasî li paytexta Iraqê, peyameke girîng derbarê paşeroja siyasî û ewlehiya welat peyamek li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya “X” belav kir. Barzanî serdana xwe ya bo Bexdayê wekî “berhemdar û serkeftî” bi nav kir û ragihand ku li gel hemû aliyên siyasî û kesatiyên nîştimanî li ser derbaskirina qeyranan li hev kirine.
Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de bi fermî piştgiriya bi tevahî ya Herêma Kurdistanê ji bo Serokwezîrê raspartî yê Iraqê ragihand. Barzanî tekez kir ku ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, hevahengiyek xurt di navbera Hewlêr û Bexdayê de heye, da ku Iraq ber bi qonaxeke nû ya geşepêdan, tenahî û pêşketinê ve gavan biavêje.
Di çarçoveya civînan de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser mijarên herî hestiyar ên ewlehî û aborî. Wî bi zelalî destnîşan kir ku divê prensîpa “çek tenê di destê dewletê de be” were cîbicîkirin. Herwiha, daxwaza dîtina çareseriyên bilez û bingehîn ji bo qeyranên aborî kir, bi taybetî daxwaza kêmkirina bandorên nerênî yên ku ji ber aloziyên deverê li ser aboriya Iraqê çêbûne.
Serokê herêma Kurdistanê her wiha ragihand, yek ji xalên herî girîng ên vê serdanê, helwesta Herêma Kurdistanê ya derbarê ewlehiya navçeyê de bû. Barzanî eşkere kir ku di hevdîtinan de israr li ser dûrxistina Iraqê ji her cure alozî û pevçûnên herêmî hatiye kirin. Wî tekez kir ku parastina ewlehiya Iraqê û welatên cîran di berjewendiya giştî de ye û divê Iraq nebe qada şerên derekî.
Di dawiya peyama xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê spasî û pêzanînên xwe ji bo pêşwaziya germ û danûstandinên avaker ên aliyên siyasî yên li Bexdayê diyar kir. Wî destnîşan kir ku ev nêzîkbûn û singfirehiya siyasî, bingeheke bi hêz e ji bo dabînkirina jiyaneke aram û serfiraz ji bo hemû pêkhateyên Iraqê.