Serok Barzanî: Leyla Qasim û hevalên wê bûn sembola berxwedanê

Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera şehîdkirina Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.
Serok Barzanî diyar kir ku wan “ji bo azadî û rûmeta gelê xwe, bi wêrekî canê xwe gorî kiriye.”
Serok Mesûd Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê bi helkefta salvegera 52yan a şehîdbûna Leyla Qasimê û hevalên wê peyamek belav kir.
“Bûn sembola berxwedanê”
Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir, “Şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji bo azadî û rûmeta gelê xwe, bi wêrekî canê xwe gorî kir û ji bo hemû azadîxwazên Kurdistanê bûn mînak û sembola berxwedanê.
Di salvegera 52yan a bidarvekirin û şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê de, em silavan ji bo rihê wan ê pak û rihê hemû şehîdên rêya azadiyê dişînin.”