Hatîmogullari: Ji bo pêşketina pêvajoyê mekanîzmayeke yasayî pêdivî ye

Hatîmogullari: Ji bo pêşketina pêvajoyê mekanîzmayeke yasayî pêdivî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê, Tulay Hatîmogullari, di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyeyê de bal kişand ser rawestîna pêvajoya çareseriyê û bang li desthilatdariyê kir ku demildest mekanîzmayeke piralî û yasayî were avakirin.

Hatîmogullariyê serdana hefteya borî ya Dayîkên Aşitiyê ya ji bo Parlamentoyê bi bîr xist û diyar kir ku çalakiya “çarikên spî” bangeke dîrokî ya ji bo sulhê ye. Hevseroka DEM Partiyê destnîşan kir ku divê ev peyama dayîkan li Parlamentoyê bibe bersiv û daxwaz kir ku “Yasaya Aşitiyê” bikeve rojeva meclîsê.

Tulay Hatîmogullari ragihand ku pêvajo ev demek e asê maye û ji bo derketina ji vê rewşê pêşniyara avakirina saziyeke piralî kir. Hatîmogullariyê got: “Pêwîstî bi mekanîzmayeke wisa heye ku di navbera saziyên siyasî, aliyên peywendîdar û civaka sivîl de bibe pira peywendiyê. Divê ev mekanîzma bi lez were avakirin da ku astengiyên li pêşiya çareseriyê rake.”

Hevseroka DEM Partiyê rasterast bang li Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir û daxwaz kir ku bernameyên xwe yên din bidin aliyekî û giranî bidin ser rapora komîsyonê. Hatîmogullariyê tekez kir ku di raporê de amadekirina çarçoveyeke yasayî ji bo rewşa piştî çekdanînê hatiye destnîşankirin û xwest ku di nava vê hefteyê de “nexşerêya aşitiyê” were eşkerekirin.

Hatîmogullariyê bi helkefta 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, daxwaz kir ku zimanê Kurdî bibe xwedî garantiyeke destûrî û di her qada jiyanê de (dibistan, nexweşxane, şaredarî) bi fermî were bikaranîn. Di dawiya axaftina xwe de, wê daxwaza azadkirina Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş û hemû girtiyên siyasî kir, da ku baweriya civakê ya bi aşitiyê xurt bibe.