Belgeya ku di sala 1929an de li Hewlêrê hatiye weşandin, ronahiyê dide ser şert û mercên derketina Neteweperweriya Kurd

Belgeyek ku di sala 1929an de li paytexta niha ya Herêma Kurdistanê, Hewlêrê hatiye weşandin, bi nêzîkatiya xwe ya li ser şert û mercên derketina neteweperweriya Kurd û kolonyalîzmê bû rojev. Ev belgeya ku Sedat Ulugana li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye, helwesta Hewlêrê ya sed sal berê ya li hemberî maseya kolonyalîzma Ereban û banga wê ya ji bo gel dihewîne.
Li ser belgeya ku bi îmzeya Rêxistina Fedayiyên Kurdistanê hatî weşandin, wêneyekî xencerê heye. Belge rastiya mêtîngerbûna Kurdistanê bi aliyên wê yên aborî, çandî û civakî ve derdixe holê. Belge nîşan dide ku bilindbûna neteweperweriya Kurd ne tenê hestiyarî ye, lê bi mînakên rojane û berbiçav tê xuyakirin:
Newekheviya aborî ya ku ji aliyê rêveberiya navendî ya Ereb a li Iraqê ve hatiye ferzkirin.
Rexneyên li ser asîmîlasyona çandî ya ku bi riya ji holê rakirina zimanê Kurdî pêk tê.
Seferberiyeke siyasî ya mîlîtanî û fîdakariyê ku li dora têgehên “îxanet” û “azadî” teşe girtiye.
Sedat Ulugana yê ku ev belge weşandiye, destnîşan dike ku ev belge ne tenê metnekî propagandayê ye, di heman demê de arşîva daxwazên siyasî, hêrs û têkçûnên Kurdan ên di serdema rêveberiya manda ya Iraqê de ye.
Belgeya ku di 16ê Nîsana 1929an de li Hewlêrê bi îmzeya “Komelî Fedayî Kurd” hatiye weşandin, ji bo nîşandana rola Başûrê Kurdistanê di pêşkeftina Neteweperweriya Kurd de girîng e. Her weha, raboriya polîtîkayên rejîma Iraqê ya ku heta îro jî dest datîne ser dewlemendiyên sererd û binerd ên Kurdistanê derdixe pêş çavan. Herêma Kurdistanê îro jî li hemberî mêstîngeriyê hem xwe û hem jî mafê rêveberiya serbixwe ya hemû perçeyên Kurdistanê diparêze û di vê mijarê de aktîf e.
Naveroka belgeya sala 1929an wiha ye:
Di belgeyê de ev îfade cih digirin:
“Ey Kurdno, hûn ku zarokên gelekî biqudret in; navê we dê heta roja qiyametê bi wêrekiyê were bîranîn. Mizgîn li we be. Roja me hiltê.
Ey Kurdên bindest, ma hûn ne di ferqa wê rastiyê de ne ku xwîna we ji aliyê hukûmeta Iraqê ve tê mêjandin?
Ey Kurdên wêrek ên ku li riya xwe digerin, çima dema ku hinekên din dibin xwediyê malê, em bibin xizmetkar?
Hinekî li ser dîroka me ya borî bifikirin. Ji roja ku Ereban di bin navê ‘Hukûmeta Iraqê’ de hukûmeta xwe ava kirine û vir ve, paşeroja me di tariyê de winda bûye. Çunke wan tu alîkarî neda me. Berovajî vê, zimanê me yê fermî di dibistanên me de veguherandin Erebî û bi vî rengî em mîlliyeta xwe bi temamî winda dikin.
Li welatê rojavayê Iraq û Besrayê binêrin; bi bacên ku ji Deşta Dîzayî (Lîvaya Hewlêrê) hatine girtin, gelek makîneyên av û elektrîkê û kanal hatine çêkirin. Lê belê em bi xemgînî qebûl dikin ku di lîvayên Kurdan de em hîn jî neçar in di lembeyên xwe de rûnê reş bikar bînin. Hinekî muqayese bikin.
Ey Kurdên wêrek, em her roj mirinê bi çavên xwe dibînin (dagirkirina Kurdistanê bînin bîra xwe). Êdî şev derbas bûye û roj hiltê.
Ey serokên Kurdan, ey yên ku bi rastî Kurd in! Tê zanîn ka xayîn kî ne. Divê hûn di nava panzdeh rojan de biryara xwe bidin û ji bo azadiya Kurdan bixebitin; nexwe bizanibin ku hûn ê ji niha û pê ve wek mirî werin hesibandin. Cemiyeta Fedayiyên Kurd amade ye ku mirovên bi vî rengî bikuje.”