Beriya Lûtkeya Pekînê; Amerîka û Çîn nêzîkî peymaneke 30 milyar dolarî dibin

Beriya Lûtkeya Pekînê; Amerîka û Çîn nêzîkî peymaneke 30 milyar dolarî dibin

Tê çaverêkirin ku vê hefteyê Waşington û Pekîn mekanîzmayeke nû ji bo birêvebirina bazirganiyê ragihînin. Li gorî vê planê, her du alî dê bacên gumrikê li ser kelûpelên asayî bi qasî 30 milyar dolaran kêm bikin; ev yek wekî guherîneke girîng di siyaseta rêveberiya Trump a li beramberî Çînê de tê dîtin.

Li gorî zanyariyên ajansa Reutersê, berpirsên Amerîka û Çînê ji bo avakirina saziyekê bi navê “Encûmena Bazirganiyê” kar dikin. Armanca vê encûmenê dîtina xalên hevpar e ji bo kêmkirina bacên li ser wan kelûpelên ku têkiliya wan bi ewlehiya neteweyî ve nîne, daku her du alî bikaribin bi qasî 30 heta 50 milyar dolaran lihevguhertina bazirganî ya nû bikin.

Xala herî berçav di van danûstandinan de ew e ku Waşington êdî daxwazê ji Pekînê nake ku modela xwe ya aborî biguherîne û bike mîna modela bazara azad a Amerîkayê. Nûnerê Bazirganiyê yê Amerîkayê, Jamieson Greer, ev awayê nû wekî “bihevgirêdan” (coupling) bi nav kir; armanca vê stratejiyê guncandina du sîstemên aborî yên cuda ye, bêyî ku hewl bidin yekdu biguherînin.

Wekî amadekariyekê ji bo lûtkeya Trump û Xi Jinping, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent û Cîgirê Serokwezîrê Çînê He Lifeng îro (Çarşem, 13ê Gulana 2026an) li bajarê Înçiyonê yê Koreya Başûr sê saetan civiyan. Her çend tu daxuyaniyeke fermî nehatibe belavkirin jî, çavkanî dibêjin ku rê ji bo lihevkirina “30 milyar li beramberî 30 milyarî” hatiye xweşkirin.

Ev hewildana nû ya her du welatên zilhêz piştî daketineke berçav a di asta bazirganiyê de tê; lihevguhertina bazirganî bi rêjeya %29 daketiye û gihîştiye 415 milyar dolaran. Her wiha kêmasiya (kurtanîn) bazirganiyê ya Amerîkayê li beramberî Çînê ji bo 202 milyar dolaran daketiye ku di du dehsalên borî de asta herî nizm e.

Tevî vê asayîkirina di warê kelûpelên asayî de, Amerîka tekez dike ku bacên giştî û qedexeyên tund ên li ser hinardekirina teknolojiyên pêşkeftî (wekî çîpên elektronîk) wekî xwe dimînin; ji ber ku ev mijar rasterast bi ewlehiya neteweyî ve girêdayî ne.

Ev lihevkirina çaverêkirî, heger ji aliyê Trump û Xi Jinping ve li Pekînê bê îmzekirin, dê bibe sedema çêkirina hevsengiyeke nû di şerê sar ê aborî yê di navbera her du welatan de.