Papayê Vatîkanê rola Herêma Kurdistanê ya di warê parastina mesîhiyan de bilind nirxand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro (18.05.2026) li Vatîkanê ji aliyê Qedaseta Papa Leo XIV ve hat pêşwazîkirin. Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, piştî rûniştina fermî, her du aliyan li ser rewşa pêkhateyan, peyamên aştiyê û geşedanên dawî yên herêmê civîneke giring pêk anîn.
Di civînê de, Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa pêkhateyên piralî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê. Barzanî tekez kir ku Mesîhî û hemû pêkhateyên olî û neteweyî, parçeyekî resen û danebrayî yê dîrok, çand û nasnameya nîştimanî ya Herêma Kurdistanê ne û destnîşan kir ku ev pêkhate bi hev re paşeroja welat ava dikin.
Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya rola taybet a Vatîkanê kir ku li ser asta cîhanê peyama aştiyê û diyalogê belav dike. Barzanî di dema axaftina xwe de serdana dîrokî ya Papayê koçkirî Papa Francis a ji bo Kurdistanê bi bîr xist û bi fermî Papa Leo XIV vexwand ku serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Ji aliyê xwe ve, Papayê Vatîkanê Papa Leo XIV kêfxweşiya xwe bi vê hevdîtina fermî anî ziman û pesnê çanda lêborîn, pêkvejiyan û hevduqebûlkirina civakî ya li Herêma Kurdistanê da. Papa bi taybetî rola Hewlêrê ya di warê parastin, hewandin û ewlekirina jiyana Mesîhî û koçberan de, bi taybetî di qonaxên herî dijwar û qeyranên herêmî de, bilind nirxand.
Di beşa dawî ya civînê de, Nêçîrvan Barzanî û Papa Leo XIV guftûgo li ser rewşa giştî û aramiya Rojhilata Navîn kirin. Her du aliyan hêviya aştî, aramî û serfiraziyê ji bo tevahiya mirovahiyê xwestin û tekezî li ser berdewamiya peywendiyên dostanî yên navbera Vatîkan û Herêma Kurdistanê kirin.