Îlham Ehmed îdia kir ku wan bi Ocalan re hevdîtin nekiriye

Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava Îlham Ehmed, îdiayên derbarê “hevdîtina wan a bi Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê” bi parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X red kir.
Malpera me Darka Mazî di nûçeyeke xwe ya 12’ê Gulanê de agahiya ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û yek ji rêveberên Rojava Îlham Ehmed di meha Adarê de serdana Îmraliyê kirine, bi raya giştî re parve kiribû. Piştî nûçeya me, gelek dezgehên medyayê ev nîqaş xistin rojeva xwe û li Tirkiyeyê nîqaşeke girîng a di vî warî de derket holê. Bi mezinbûna nîqaşan re, Rêveberiya Rojava bi awayekî nerasterast ji Dilbixwîn Dara yê Rûdawê re daxuyaniya “hevdîtin çênebûye” da çêkirin. Lê tevî vê yekê jî, gava nîqaş berdewam kirin, vê carê Îlham Ehmed bixwe daxuyanî da.
Ehmed di daxuyaniya xwe de ev îfade bi kar anîn:
“Di rojên dawî de nûçeyên bi vî rengî belav bûne ku qaşo me bi Birêz Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtinek û civînek pêk aniye. Em dixwazin ji raya giştî re bi eşkereyî diyar bikin ku ev nûçe bi tu awayî ne rast in. Tu hevdîtin pêk nehatiye û îhtimala hevdîtineke wiha jî ne di rojevê de ye.”
Tê dîtin ku daxuyaniya Ehmed bi fikarên siyasî hatiye dayîn. Ehmed her çend gotibe “ne di rojevê de ye” jî, ev yek rastiyê nîşan nade. Ji ber ku Ehmed beriya niha, di 3’ê Gulana 2025’an de, ango beriya kongreya feshkirina PKK’ê, yek ji wan kesan bû ku tev li telekonferansa di navbera Ocalan û kadroyên PKK’ê de bûbû. Ocalan di vê hevdîtinê de ji Îlham Ehmed re gotibû: “Ez ê te bibînim.”
5 meh piştî hevdîtina meha Mijdarê, Ehmed û Ebdî serdana Îmraliyê kiribûn û li wir hevdîtineke girîng pêk anîbûn. Ji bo ku li Tirkiyeyê nerazîbûn çênebe û di serê raya giştî ya Kurd de pirsyar dernekevin, ev hevdîtin mîna sirekê tê parastin. Tê dîtin ku PKK ji bo eşkerebûna hevdîtinên dawî, hêdî hêdî di medyayê de zemînekê amade dike. Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî di hevpeyvîna xwe ya bi Al-Monitorê re ev îfade bi kar anîbûn: “Zemîna serdana Enqereyê û hevdîtina bi Ocalan re amade ye, dibe ku di demeke nêz de pêk bibe.”