Serokê Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Îtalyayê li Romayê civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya ji bo welatê Îtalyayê de, êvara Sêşemê (19ê Gulana 2026ê) li paytext Roma ligel Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran û Wezîrê Derve û Alîkarê Navdewletî yê Îtalyayê Antonio Tajani civiya. Di vê hevdîtina astbilind de, peywendiyên piralî û geşedanên dawî yên li herêmê hatin nirxandin.
Di destpêka civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî bi navê Herêma Kurdistanê û Iraqê spasî û rêzên xwe gihandin hikûmet û gelê Îtalyayê. Barzanî bal kişand ser piştgiriya berdewam a Romayê ya di warên serbazî û mirovî de û tekez kir ku rola Îtalyayê di parastina ewlehî û aramiya herêmê de pir giring û binirx e.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani amadebûna welatê xwe ji bo berfirehkirina hevkariyên piralî ligel Bexda û Hewlêrê nîşan da. Tajani girîngiyeke mezin da پێگەی Herêma Kurdistanê û bi fermî ragihand ku welatê wî Kurdistanê wekî “faktoreke sereke ya aramiyê” di Rojhilata Navîn de dinêre û piştgiriya Romayê ya bo herêmê dê berdewam bibe.
Tewerekî din ê giring ê civînê, nirxandina rewşa aloz a Rojhilata Navîn û bandorên wê yên li ser herêmê bû. Her du alî li ser giringiya kêmkirina aloziyan, parastina aştiyê û peydakirina aramiya herêmî hevnerîn bûn û daxwaza hewldanên zêdetir di vê çarçoveyê de kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja Yekşemê (17ê Gulana 2026ê) bi serdaneke fermî gihîştibû Romayê. Tê çaverêkirin ku di çarçoveya vê geşta dîplomatîk de, Barzanî ligel Serokkomarê Îtalyayê, berpirsên bilind ên hikûmeta wî welatî û herwisa rayedarên payebilind ên dewleta Vatîkanê jî zincîreyek civînên cuda cuda encam bide.