Piraniya gelê Tirkiyeyê ji Pêvajoya Aştiyê bêhêvî bûne

pêvajoya--net

Di rapirsiyeke nû de, eşkere bûye ku baweriya giştî bi pêvajoya aştiyê gelek kêm bûye û pirtirî nîvê xelkê Tirkiyeyê bêhêvî bûne ku bigihîje encameke erênî.

Li gorî rapora rojnameya “Yeni Özgür Politika”, rapirsiyeke nû li Tirkiyeyê nîşan dide ku baweriya giştî bi pêvajoya nû ya aştiyê ya di navbera hikûmeta Tirkiyeyê û PKKê de gelek kêm bûye. Di wê rapirsiyê de, ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Qadî “SAMER” ve hatiye encamdan, diyar bûye ku tenê %21.8 ji pişkdaran bawer dikin ku ev prose bi encameke erênî bi dawî bibe, di demekê de ku nêzîkî nîvê xelkê bi temamî bêhêvî bûne û ti baweriya wan bi vê pêngavê nîne.

Di rapirsiyê de hatiye diyar kirin ku piraniya pişkdaran (%40.7) hikûmetê wek berpirsyara sereke ya serkeftina vê proseyê dibînin, belê zêdetirî nîvê wan dibêjin ku ev aliyên berpirs erkê xwe bi dirustî bi cih nayînin.

Pêvajoya aştiyê ku ji Cotmeha 2024an ve dest pê kiriye û ji aliyê hikûmeta AKPê û hevpeymanê wê Dewlet Bahçelî (serokê MHPê) ve tê piştgirîkirin, niha rastî pirsgirêkan hatiye.

Aliyên kurdî hikûmetê tawanbar dikin ku di derxistina yasan de xav e, di heman demê de Enqere daxwaz dike ku pêwîst e PKKe berî her tiştî çekên xwe deyne.