Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan: Tekezî li ser yekrêziya Kurdî li Sûriyê hate kirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 26.05.2026an, pêşwazî li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, rewşa Sûriyê û Kurd û pêkhateyên din li wî welatî hate nîqaşkirin. Herwiha guftûgo derbarê geşedanên herêmê, girîngiya parastina aramiyê û rûbirûbûna metirsiyên terorê de, hate kirin.
Ji aliyê xwe ve, Mezlûm Ebdî spasî û rûmeta xwe ji bo piştgiriya berdewam a Nêçîrvan Barzanî û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ji bo mafên Kurd û pêkhateyên li Sûriyê nîşan da.
Her di civînê de, tekezî li ser pêwîstiya diyalog û lihevkirina aliyên kurdî li Sûriyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi Şamê re hate kirin.
Çend pirsên din ên cihê girîngiya hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.