Krîza serokatiyê di navbera Kiliçdaroglu û Ozel de kûrtir dibe

Krîza serokatiyê di navbera Kiliçdaroglu û Ozel de kûrtir dibe

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu, piştî biryara dadgehê ya betalkirina rêveberiya Ozgur Ozel, îro bi fermî vegeriya navenda giştî ya partiyê ya li Enqereyê û dest bi karê xwe kir. Kiliçdaroglu, piştî ku dadgehê biryara hilweşandina rêveberiya bi serokatiya Ozgur Ozel da, careke din wekî serokê giştî yê partiyê çû ser karê xwe. Tê payîn ku Kiliçdaroglu bi fersenda Cejna Qurbanê, li navenda giştî ya partiyê pêşvaziya endam û alîgirên CHPê bike.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên li Enqereyê hatine bi dest xistin, li derdora avahiya navenda giştî ya CHPê tedbîrên tund ên ewlehiyê hatine girtin. Herwiha tê tê payîn ku Kemal Kiliçdaroglu di demjimêrên pêş de ji bo raya giştî û alîgirên partiyê gotarekê pêşkêş bike û pêngavên xwe yên bê ragihîne.

Ev geşedana nû piştî biryara Dadgeha Têhilçûnê ya Enqereyê hat, ku roja 21ê Gulana 2026ê biryarek derxist û tê de Kongreya 38emîn a CHPê hilweşand. Li gorî vê biryarê, Ozgur Ozel ji posta serokatiyê tê dûrxistin û Kemal Kiliçdaroglu careke din serokatiya fermî ya wê partiyê werdigire.

Li aliyê din, krîza serokatiyê di nava partiyê de berdewam dike. Ozgur Ozel ê ku ji aliyê dadgehê ve ji serokatiyê hatiye dûrxistin vê biryarê qebûl nake û ragihand, ew hîna jî xwe wekî serokê rewa yê partiyê dibîne.

Ozel diyar kir ku ew ê roja sêşemê ya vê hefteyê bi endamên Komîteya Rêveber a Navendî (MYK) ya CHPê re bicive. Tê payîn ku di vê civînê de Ozel û tîmê wî helwesta xwe ya dawî li hemberî biryara dadgehê û nexşerêya xwe ya hiqûqî ji bo raya giştî aşkere bikin.