Şer li rojhilata navîn berfireh dibe: Artêşa Îsraîlê ji çemê Lîtaniyê derbas bû

Şer li rojhilata navîn berfireh dibe: Artêşa Îsraîlê ji çemê Lîtaniyê derbas bû

Li ser xeta Îsraîl û Libnanê bagerên şer gihîştin lûtkeyeke nû. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li başûrê Libnanê, bi taybetî li ser bilindahiyên stratejîk ên “Şeqîf û Wadî Siloqî”, dest bi operasyoneke serbazî ya berfireh û bejayî kiriye. Hat ragihandina ku armanca vê livîna lezgîn, jinavbirina jêrxaneyên serbazî yên Hizbullahê û parastina herêmên sînorî yên wekî bajarokê Metulayê ye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee, îro (31.05.2026) bi daxuyaniyeke fermî piştrast kir ku Fermandariya Bakur di bin sîwana Fîrqeya 36an de dest bi êrîşê kiriye. Di vê operasyona mezin de, hêzên elît ên bejayî yên mîna Lîwayên Golany, Givati, Lîwaya 7an û Yekîneya Pirrehend, bi hevahengî û zanyariyên rasterast ên hewalgiriya serbazî (Aman) ber bi pêş ve diçin daku xeta berevaniyê berfireh bikin.

Li gorî hûrgiliyên ku ji aliyê berpirsên serbazî ve hatine parvekirin, Serdarê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir plana vê operasyonê bi fermî îmze kiriye. Di qonaxa yekem a êrîşê de, yekîneyên bejayî ji Çemê Lîtaniyê derbas bûne û operasyon ber bi bakurê çem ve berfireh kirine. Berî vê pêşveçûnê, balafirên şer û topxaneyan herêm bi giranî bombebaran kirine û niha şerê herî dijwar li derdora bajarê Nebetiyeyê, ku bingeha sereke ya Hizbullahê ye, giran bûye.

Li hemberî vê pêşveçûna serbazî, Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam berteke pir tund nîşan da û hişyarî da ku welatê wî rûbirûyî metirsiyeke dîrokî û xeter bûye. Selam, Tel Avîvê bi şopandina siyaseta “erdê şewitandî” li başûrê Libnanê tohmetbar kir û bangeke lezgîn li Neteweyên Yekbûyî û civaka navdewletî kir daku rênivîseke tund li ber vê êrîşê deynin.

Çavdêrên siyasî didin xuyakirin ku ev operasyona berfireh piştî hilweşîna maseya dîplomasiyê hat. Çavkaniyên ewlehiyê yên navdewletî eşkere kirin ku danûstandinên nepenî û rasterast ên ku di rojên borî de li Washingtonê di navbera şandên serbazî yên Libnan û Îsraîlê de dihatin kirin, bi temamî binketine û tu encam ji bo rawestandina şer bi dest nexistine.