Krîza CHPê: Eger kongre neyê bestin, partî dê ji hilbijartinan bêpar bibe

Li CHPê piştî krîza birêvebiriyê ya ku bi biryara dadgehê dest pê kir, ji 138 parlamenterên partiyê 111 parlamenteran daxuyaniyeke hevpar belav kir û ragihandin ku ew dîzaynkirina partiyê ya bi biryarên dadgehê qebûl nakin û xwestin ku 12ê Tîrmeha 2026an kongreya awarte bê lidarxistin.
Li Partiya Gel a Komarî (CHPê), piştî ku dadgeha Enqereyê li ser kongreya 38emîn a asayî biryara betalkirinê da, tevger û aloziya derbasî qonaxeke nû bûn.
111 parlamenterên ku piraniya koma partiyê pêk tînin, li dijî maytêkirina di dadgehê de daxuyaniyeke hevpar îmze kir. Wan di vê daxuyaniyê de zanîn ku ew qebûl nakin partî bi biryarên dadgehê yên li dijî destûrê were dîzaynkirin.
Di daxuyaniya hevpar de weha hat gotin: Heger ev krîz çareser nebe û CHP heta 25ê Tîrmeha 2026an kongreyê li dar nexe, partî dê rûbirûyî xetereya beşdarnebûna hilbijartnan bibe.
Wan ji bo ku ev xetere ji holê rabe û îradeya partiyê bi awayekî zelal derkeve holê, bangî partiyê kir ku 12ê Tîrmeha 2026an kongreya awarte kom bibe.
Di nav wan 111 kesên ku daxuyaniya hevpar îmze kiriye de, Özgür Özel jî heye ku bi biryara dadgehê desthilata wî ya serokatiya giştî jê hatiye standin.
Helwesta baskê Kemal Kiliçdaroglu ya li hemberî vê bangê, dê di rojên pêş de rotaya CHPyê diyar bike.