Grûpa Esayib Ehil El-Heq biryara danîna çekên xwe da

esayb-net

Grûpa çekdar, Esayib Ehil El-Heq, ku Qays Xez’elî serokatiya wê dike ragihand, wan biryar daye hemû çekên xwe radestî dewletê bikin û hêzên wan bikevin bin fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê.

Grûpa Esayib Ehil El-Heq îro 2ê Hezîrana 2026an, di daxuyaniyekê de guherîneke mezin di stratejiya xwe ya serbazî de ragihand. Grûpê diyar kir ku ev biryar wekî bersivekê ji bo daxwazên “Merceiyeta Bilind a Olî” û di çarçoveya helwesta niştimanî ya Çarçoveya Hevahengiyê de hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, serkirdayetiya Esayib Ehil El-Heq biryar daye ku hemû peywendiyên xwe yên serbazî bi Desteya Heşda Şeibî re bibire û çekên xwe tenê di bin desthilata dewletê de bihêle. Ev gav wekî cîbicîkirina sozên berê yên emîndarê giştî yê grûpê, Qays Xez’elî, tê dîtin.

Ji bo cîbicîkirina vê biryarê, grûpê komîteyeke navendî bi serokatiya Hecî Cewad Tilêbawî ava kir. Ev komîte dê van sê erkên sereke bi cih bîne:

1- Amadekirina lîsteya navên hemû çekdaran.

2- Serjimêrîkirina hemû çek, amûr û pêdiviyên lojîstîkî.

3- Rêkxistina proseya girêdana van hêzan bi Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ve, li gorî yasayên dewletê.

Hevdem ligel vê biryarê, grûpa çekdarî ya bi navê “Eshabul Kehf” di daxuyaniyekê de ev pêngav red kir. Eshabul Kehf îdîayên ku dibêjin “Merceiyeta Bilind piştgiriya radestkirina çekan dike” wekî gotinên pûç û betal bi nav kir û ragihand, ew daxwazên siyasî yên ji bo radestkirina çekan qebûl nakin.

Ev geşedana nû li Iraqê wekî destpêka qonaxeke nû ya sînordarkirina çekan di destê dewletê de tê nirxandin, ku dibe bandoreke mezin li ser aramiya siyasî û ewlehiya welat bike.