DEM Partî ji parlamenê daxwaza qanûna “danana çekan” dike

Di herikîna siyaseta Tirkiyeyê de pêngaveke nû ya qanûnî tê nîqaşkirin. Cîgira Seroka Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Gülüstan Kılıç Koçyiğit daxuyand ku; divê Parlamena Tirkiyeyê qanûneke çarçoveyî ji bo kesên çekan dadinin derxîne da ku nexşerêya vegera wan a bo nav jiyana siyasî û civakî bi zelalî bê diyarkirin.
Koçyiğit îro Çarşemê (3’ê Hezîrana 2026’an) bal kişand ser raporta komîsyonê û destnîşan kir ku derxistina vê qanûnê pir dereng maye û wextekî zêde hatiye windakirin. Bi gotina Koçyiğit, ji bo ku ev pirs bi lez bê çareserkirin, divê parlamen di werzê havînê de jî bê navber xebatên xwe li ser vê pirsê bimeşîne.
Di daxuyaniyê de hat tezekkirin ku divê di bingeha vê qanûnê de bersiva pirsên krîtîk hebe: Ew kesên ku çekên xwe datînin dê bi çi awayî tevlî jiyana civakî û polîtîk bibin û sîstema dadweriyê dê çawa serederiyê ligel wan bike.
Koçyiğit bal kişand ser rojeva herî germ û bi bîr xist ku di 11’ê Tîrmeha bê de, salek bi ser danana çekan a 30 endamên PKK’ê re derbas dibe û ev kes hîn jî venegeriyane. Li ser pêngavên partiyan, wê aşkere kir ku AK Partiyê heta niha tu reşnivîsek pêşkêş nekiriye, lê reşnivîsa DEM Partiyê amade ye û ev mijar ligel Abdullah Ocalan jî hatiye nîqaşkirin.
Li aliyê din, li gorî agahiyên ku ji piştperdeya medyaya Tirkiyeyê hatine girtin, Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) jî li ser projeqanûneke ji 9 xalan pêk tê dixebite. Tê çavgerîkirin ku ev projeya AK Partiyê bi taybetî li ser diyarkirina çarenûs û statûya qanûnî ya wan kesan be yên ku çekên xwe datînin û vedigerin Tirkiyeyê.