Komploya Nû ya Dewleta Îranê li dijî Kurdan: Çekdarên El Qaîdeyê ji Pakistanê anîn Rojhilatê Kurdistanê

Dewleta Îranê lîstikek piralî dimeşîne da ku nasnameya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê qels bike û tevgera neteweperest a Kurd a ku berz dibe bitepisîne. Di demên dawî de Îran, ew hêzên girêdayî El Qaîdeyê yên ku xwe wekî “Neviyên Selahedîn” bi nav dikin, li Rojhilatê Kurdistanê bi cih dike.
Ev demek e, Îran stratejiyek nû dimeşîne da ku Kurdan li dijî hev bide şerkirin. Ev stratejî avakirin û rêxistinên Selefî yên Kurdî avadike ji bo ku li dijî Kurdan bikar bîne.
Ew dibêjin em nevîyên Selahaddîn Eyûbî ne û Ala Kurdistanê di Şewitînin
Komek ku xwe wekî Neviyên Selahedîn bi nav dike, damezrandina xwe ragihand. Bi serokatiya kesekî bi navê Evdila Melle Elî, ev rêxistin da nasîn û armancên xwe di vîdyoyekê de rave kir.
Di daxuyaniya xwe de, vê komê ragihand ku armanca wan “Cihû, Xaçperest û partiyên hevkar ên Kurd ku piştgiriyê didin wan”, û got, “Divê hemî Kurd piştgiriyê bidin me da ku em karibin pergala Şerîetê bînin û ala Tewhîdê li Kurdistanê bilind bikin.” Wan di axaftinên xwe de gelek caran partiyên Kurdî wekî “hevkarên Cihûyan” bi nav kirin. Di dawiya daxuyaniya xwe de, wan alên Îsraîl, Amerîkî û Kurdistanê şewitandin.
Karta El Qaîdeyê ya Îranê ji bo Kurdan: Ji Pakistanê anîn
Îstîxbarat Emerîka û raporên wan eşkere kirine ku Îranê çavê xwe li derbasbûna çekdarên El Qaîdeyê bo nav Sûriyeyê girtiye, piştgiriya lojîstîkî daye wan û “penagehek ewle” pêşkêşî serokên payebilind ên rêxistinê terorîstî kiriye. Rêveberiya Emerîkî di demên berê de gelek caran diyar kiriye ku hin serokên El Qaîdeyê li Îranê têne parastin.
Tiştê ku heta niha di derbarê vê komê de tê zanîn ev e ku ew grûpeke piçûk e ku li ser sînorê Pakistan-Îranê hatiye perwerdekirin û ji komên cîgir ên El Qaîdeyê perwerdehiya xwe dibîne. Serokê ve komê, Evdila Melle Elî, bi hin postên xwe yên pesnê El Qaîdeyê dayî tê nasîn. Çavdêrên siyasî û kesên ku bi qada herêmî dizanin dibêjin ku ev kom bi rastî piçûk e, lê Îranê bi hêzên xwe yên paramîlîter hejmara wan zêde kiriye. Armanca komê ew e ku li bajarên Rojhilatê Kurdistanê kuştinên kesên welatparêz bike û bi vî rengî Kurdan çavtirsandî bike. Ji aliyekî din ve, armançkirina partiyên Rojhilatê li Herêma Kurdistanê ji aliyê vê komê ve dê ji bo Îranê wekî eniyekê xizmetê bike da ku êrîşî partiyên Kurdî bike.
Her wiha li gorî agahîyên dest me de dibêjin ev kom li dora bajarên Seqiz, Mehabad, Serdeşt, Bane û Sine, ku welatparêziya Kurd li wir di asta herî bilind de ye, hatine bi cih kirin.
Wisa xuya dike ku ev ê ku dewleta Tirk piştî sala 1990 an li dijî tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê hizbûllah bikar anî, ev koma Îranê jî wekî pêkhateyek paramîlîter a veşartî ya dewletê li dijî welatparêzên Kurd dê kare kûjerî pê biden kirin.
Cehşên Besîc ên Îranê wekî Pêşmergeyên Misilman li kolanan hatin meşandin
Siyaseta Îranê ya bikaranîna Îslamê ji bo êrîşkirina li ser Kurdan bê guman xwedî dîrokeke dirêj e. Bi taybetî bi êrîşên dawî yên Îsraîl û Emerîkayê yên li ser Îranê, Îranê careke din rastiya ku divê an bi Kurdan re li hev bike an jî bi wan re şer bike dît. Li şûna ku Kurdan nas bike, Îranê şer hilbijart. Di cih de piştî agirbesta bi Îsraîlê re, li bajarên Kurdan xwepêşandan bi navê “Pêşmergeyên Misilman” hatin meşandin.
Endamên sîstema Besîc a paramîlîter, cureyek ji pêkhateyên cehşên dewletê, cilên Kurdî li xwe kirin û li bajarên Kurdan bi navê Pêşmergeyên Misilman xwepêşandanan bi wan hat kirin. Niha, tê texmînkirin ku koma bi navê “Neviyên Selahedîn” cûrek nû ya sîstema Besîc a Îranê ye.
Îran olê wekî çeka xwe ya herî mezin bikar tîne da ku doza neteweyî ya Kurdan bitepisîne. Encam û bandorên neyînî yên vê siyasetê dê di pêşerojê de bi zelalîtir werin dîtin. Ger partiyên Kurd helwestek domdar-domdirêj li dijî vê siyaseta Îranê pêş nexin û wan têk nebin diyare ku Îran dê vî şêwazî, xeterîyek mezin dê li ser bizavên Kurd û Kurdistanî çêbike.