Niyazên Enqereyê xerab in.. Dewleta Tirk çawa Ocalan ji bo bêhêzkirina Kurdan bi kar tine?!

Sebrî ok, endamê konseya rêveber a KCKê ragihand ku pêvajoya aştiyê nexetimye lê rastî astengiyên mezin hatîye û got: Tirkiye hêjan jî behsa terorê dike û armanca dewletê tenê bêçekkirina meye.
Sebrî Ok di hevpeyvînekê de bi rojnameya “Avvenire” ya Îtalî hin nirxandin derbarê pêvajoya aştiyê û pêşhatên deverê kirin.
Sebrî Ok dibêje; Abdulla Ocalan di banga xwe ya Sibata 2025an de pêvajo bi “pêvajoya aştî û civaka demokratîk”, nav kir, lêbelê dewleta Tirk hêjan behsa “terorê” dike û armanca wê tenê bêçekkirina me ye.
Ev gotina Sebrî Ok dihête wateya ku niyazên Enqerê derbarê pêvajoyê xerabin û ew pêvajoyê tenê weke amûrekî bo bêhêzkirina Kurdan bi rîya Ocalan bi kar tîne. Ji ber ku li gorî rewşa heyî Ocalan ev pêvajo ji boy berjewendîya Tirkyeyê dest pê kir dema ku bêy şert û merc û bêy çi garantiyên destûrî ji boy Kurdan, rêxistin hilweşand.
Her roj pesnê Ocalan didin
Ocalan di hemû bangewaziyên xwe de çareserî di dabînkirina mafên destûrî û garantiyên qanûnî de ji boy Kurdan nedît, negot Neteweya Kurd lê got: Neteweya Demokratîk û Entegrasyon, vê yekê jî Tirkiye bihêz kir û Kurd bêhêz, loma jî dewleta Tirk û nejadpersitên wê her roj pesnê Ocalan didin ji boy vê xizmeta layîq.
Derbarê şer û pevçûnên li Başûrê Kurdistanê, Sebrî Ok rêveberê PKKe ya hilweşyayî dibêje: li deverên parastinê yên medyayê agirpesteka dualî heye. Şer di nêvbera gerîla û artêşa Tirk de tune, lê artêşa Tirk xebatên xwe yên hewalgîrî û tevgerên xwe yên serbazî berdewam dike.
Sebrî Ok derbarê statoya Ocalan weke tev rêveberên din yên PKKê got: ji boy serkeftina pêvajoyê, divê Ocalan weke muxateb û danustandkarê sereke were qebûlkirin û statoya karkirina azad jê re were diyar kirin.
Sebrî Ok di beşeka axaftinên xwe de dewleta Tirkyeyê rexne dike û dibêje ew hêjan behsa terorê dike û pêvajo rastî xeteriyên mezin hatîye, li aliyê din çarenûsa pêvajoyê bi rewşa Ocalan ve girêdide.
Tevî derbazbûna salek û 4 mehan li ser banga Ocalan ya Sibata 2025an, lê hêjan di pratîk de ti gavên berbiçav ji hêla Enqere û PKKê ve derbarê aştîya mayînde nehatine avêtin, mercên Enqereyê çekdanîna bêy şert û merc ya rêxistina PKKê û tev baskên wê ye, lê PKKe dibêje: divê ewl rêziknameyên qanûnî werin derxistin.
Sitratejîya dewletê tam berevajî
Sebrî Ok dibêje divê gavên demokratîk bên avêtin, ango yasa û rêsayên taybet bi pêvajoya aştiyê ve li parlamentoyê bên pejirandin, lê sitratejîya dewletê tam berevajî vê nerînê ye ku dixwaze bêy pêşkêşkirina ti mafên destûrî, pêvajo were birêvebirin û PKKe bêy şert û merc çekan bavêje.
Tevî ku rêxistina PKKê dûpatiyê li ser banga Ocalan ji boy bi dawî kirina xebata çekdarî û guherîna wê bo xebata demokratîk dike, lêbelê hêjan jî deriyê çekan li jêr navê “mafê xweparastinê” nehatîye girtin.
Axaftinên Sebrî Ok nîşaneya wê yekê ne ku “pêvajoya aştiyê” ya ku Tirkiye wê weke pêvajoya Tirkyeya bê teror nav dike, zêdetir di qonaxa “paşkeftinê” de ye û ti pêşveçûnên ber bi çav bi xwe re nedîtine.