Ji Îmraliyê heta Dabashan: Çanda teslîmbûnê û îflasa siyasî ya Şasiwar Ebdilwahid”

Ji Îmraliyê heta Dabashan: Çanda teslîmbûnê û îflasa siyasî ya Şasiwar Ebdilwahid"

Memed Mêrdînî

Siyaseta Herêma Kurdistanê di van demên dawî de şahidiya şanoyeke nû ya bêşermî, bazirganî û teslîmiyetê dike. Lihevhatina ku di navbera Serokê Tevgera Nifşê Nû (Newey Nwê) Şasiwar Ebdilwahid û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî de pêk hatî, ne peymaneke siyasî ya asayî ye; belku peymana mirinê ya tevgereke qaşo “pêşverû” û “opozîsyon” e. Ev lihevhatina ku ji dayikbûna xwe ve wekî cinazeyekî siyasî ye, derbeke kûr û birîneke giran e di dilê alîgirên Nifşê Nû de. Ew xelkê ku bi salan e bi hêviya guhertin û baştirkirina sîstema siyasî a herêmê li dû vê tevgerê ketibûn, îro dibînin ku dengên wan di bazara Silêmaniyê de ji bo berjewendiyên şexsî hatine firotin.

Pêwîst e were zanîn ku ev lihevhatin bi temamî di bin gavaş, zext û gefên Bafil Talebanî de hatiye îmzekirin. Şasiwar Ebdilwahid ê ku heta duh li ser ekranên kanala xwe ya “NRT”ê bangên şoreşê dikirin, YNK wekî “çete, qaçaxçî û talankerên Silêmaniyê” pênase dikir, îro di bin sîbata tirsê de li beramberî Bafil çok daniye. Serokê YNK’ê nîşan da ku li Silêmanîyê tu faksiyon an herikîneke siyasî nikare li dervayî îradeya binemala Talebanî nefesê bistîne. Şasiwar, ji bo ku berjewendiyên xwe ên aborî, şîrketên xwe û pirojeyên wekî “Çavî Land” ji xezeba YNK’ê biparêze, hemû dirûşmên xwe yên “dijberiya sîstemê” firotin û serserî çû bin baskê desthilatdariya leşkerî.

Xala herî hov, seyr û komîk a vê pêvajoyê ew e ku Şasiwar Ebdilwahid piştî binçavkirin an girtina xwe ya kurt, daxuyanî da û ji bo rewakirina vê teslîmiyetê xwe bi lîderên wekî Nelson Mandela û Abdullah Ocalan re da ber hev. Şasiwar bi hinceteke lawaz îddîa kir ku wan lîderan jî di zindanan de lihevhatin pêk anîne û ev yek wekî “rêbazeke stratejîk” bi nav kir. Ev hevberkirina pîs, heqareteke eşkere û bêşermane ye li ser dîrokê û li ser hişê mirovahiyê.

Ji bo ku ev şanoya Şasiwar bi zelalî eşkere bibe, divê em bipirsin: Gelo Nelson Mandela li ser çi hatibû girtin û Şasiwar li ser çi hat girtin? Mandela 27 salên jiyana xwe di zindana girava Robben de derbas kir; ew ne ji bo firotina apartmanan, ne ji bo deynên bankeyê û ne jî ji bo qezenca şîrketan hatibû girtin. Mandela li dijî rejîma nijadperest a cîhanê (Apartheid) ji bo rûmet, azadî û wekheviya gelê xwe şer dikir. Di berevajî vê yekê de, Şasiwar Ebdilwahid li ser deynên şîrketên xwe, sextekarî, nedana pereyên pişkdarên projeyên karsaziyê û tawanên aborî û şexsî hat girtin. Zindana wî ne cihê rûmeta neteweyî, belku odeyeke girtîgehê ya ji ber krîzên karsaziyê û peymanên bin-erdî yên bi desthilatdaran re bû. Meriv çawa dikare bazirganekî ku li ser kîsê xelkê dewlemend bûye û li ser deynan hatiye girtin, bixe şûna fîgûreke cîhanî ê mîna Mandela?

Her wiha, eger em werin ser hevberkirina wî ya bi Abdullah Ocalan re, di bingeh de em rastî heman xeta îflasê û teslîmiyetê tên. Şasiwar di vê xalê de rast dibêje, her du jî fîgûrên teslîmbûyî ne. Lê cudahiya di navbera her duyan de tenê di asta peyman û navnîşana xizmetguzariyê de ye. Abdullah Ocalan dema ku di sala 1999’an de hat girtin, ji gava yekem ve li Îmraliyê îflasa xwe ya îdeolojîk ragihand, ji xeta serxwebûnê vegeriya û bi daxuyaniyên mîna “Ez amade me xizmeta dewleta Tirk bikim, diya min jî Tirk bû” bi temamî teslîm bû û vegeriya xizmeta pergalê û parastina sînorên dewletê. Ocalan bi vê teslîmiyeta xwe, tevgera xwe û paşeroja gelê xwe radestî îrade û xizmeta komara Tirkiyeyê kir.

Şasiwar Evdilwahid jî tam li ser heman şopa teslîmiyetê dimeşe, lê bi cudahiyeke xumalî (lokal), wî hertişt radestî YNK’ê û Bafil Talebanî kir. Ocalan ji bo parastina jiyana xwe ya li Îmraliyê bû karkerê stratejiyên dewleta Tirk, Şasiwar jî ji bo parastina serweta xwe, şîrketên xwe û tcaretê, bû piyonekî di bin fermana asayîşa YNK’ê de. Her duyan jî di encama girtinê de dev ji hemû dirûşm û doza ku mirov li dû wan dimeşiyan berdan, yekî xwe kir xizmetkarê eniya Enqereyê, yê din jî xwe û Tevgera Nifşê Nû kir xizmetkarê eniya Dabashan û Bafil Talebanî.

Di encamê de, ev hevpeymaniya navbera Nifşê Nû û YNK’ê, peymana îflasa siyasî ya fermî ya Şasiwar Ebdilwahid e. Tevgera “Newey Nwê” ku rojekê wekî alternatîfa sîstema siyasî a li Kurdistanê dihat dîtin, êdî wekî “PKK’ya piştî Îmraliyê” bûye baskekî pergalê û amûrekî di destê YNK’ê de. Ev derba gran a ku Şasiwar li baweriya xelkê xistiye, dê di dîroka siyasî ya Kurdistanê de wekî mînaka herî heram a firotina îradeya giştî bête bîranîn. Kolanên Silêmaniyê êdî fêm kirine ku maskeya “Mandelayê sexte” ketiye û li bin wê maskeyê, tenê lîderkî tirsok û popolîst heye ku mîna mînakên berê yên dîrokê, di gava yekem a zextê de tewba xwe anî û çû qesra kesên ku duh jê re digot “çete”.