Girêya çekdanînê; gelo nerazîbûna PKKê dê “pêvajoya aştiyê” ber bi teqînê ve bibe?

PKK-Turkey-Karasu-Cekdanan-info

Endamê konseya rêveber ya KCKê, Mistefa Karasû, tevlî bernameyeke telefizyona PKKê Medya Haber TV yê bû û hin nirxandin derbarê Tirkiyê, pêvajoya çareseriyê û her wiha Rojhilatê Kurdistanê kirin, herwiha Elî Heyder Qeytan yê ku ji hêla PKKê bi xweve hatîye tesfiye kirin bibîr anî.

Di destpêka axaftina xwe de Mistefa Karasû behsa Elî Heyder Qeytan rêveberê damerzêner yê PKKê kir û got: Elî Heyder Qeytan ruhê tevgerê bû, em bi rêzve salvegera 9an ya şehadeta hevalê Fuad bibîr tînin.

Elî Heyder Qeytan ku yêk ji damezrênerên rêxistina PKKê û endamê konseya wê ya birêvebir bû, ji hêla PKKê bi xweve di sala 2017an de li Başûrê Kurdistanê hat tesfiye kirin, paş derbasbûna 8 salan PKKê ji nû ve mirina wî îlan kir û got ku ew şehîd ketîye.

Darka Mazî çîroka tesfyekirina Qeytan bi dem û cîh û belge ve parvekribûn.

Pêvajo û Ocalan

Karasû di nirxandinên xwe de qala pêvajoya çareseriyê û statoya Ocalan kir û got: nêzî heyv û nîvane çi pêwendî bi Ocalan re nehatine kirin, tevî ku Ocalan li 24ê Gulanê pêşnyazeyasayek pêşkêş kir bû.

Wî rexne li helwesta dewletê jî girt û diyar kir ku layenê Tirk mjara aştiyê tenê wek “danana çekî” dibîne û tevgera me partiyên siyasî yên wek Dem Partî ji çi rêkkeftinên yasayî yên fermî agehdar nînin.

Ev du rojin rêveberên PKKê yêk li pey yêk derdikevin medyayê û nirxandinên xwe derbarê pêvajoyê radgihînin, peyaman didin dewletê.

Murat Karayilan duh derbarê heman mijarê axivî û go: her tişt bi azadîya Ocalan ve girêdayî ye û îdîayên lawazbûnê red kirin û got ku wan karîna bersivdayîna êrîşan 3 bo 4 caran ji berê zêdetir heye, herweha tekez kir ku bêy guhertna şert û merc û statoya ocalan, bêy azadkirna ocalan yêk gerîla jî çekan nadanît.

Hikûmeta Tirkiyeyê amadekariya projeyasayeke nû dike ku armanca wê çekdanîn û hilweşandina PKKê ye. Tê payîn ku ev “Qanûna Çarçove” piştî lûtkeya NATOyê pêşkêşî Serokatiya Perlemana Tirkiyeyê were kirin.

Projeyasaya ku ji 10 heta 11 xalan pêk tê. Cîbicîkirina vê qanûnê bi şertekî sereke ve hatî girêdan; ew jî piştrastkirina çekdanîna temamî ya PKKê ye. Di naveroka projeyê de ev xalên sereke hene:

– Ji bo vegera endamên rêxistinê dema salekê tê diyarkirin.

– Ew kesên ku vedigerin û destê wan di tawanan de tune be, dê neyên girtin lê 5 salan qedexeya siyasî li ser wan tê danîn.

– Ev hêsankarî tenê endamên asayî digre nav xwe; serkirdeyên PKKê li derveyî vê qanûnê ne.

Rewşa Abdullah Ocalan û Îmralî

Derbarê rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de, hikûmeta Tirkiyeyê her cure statuyeke fermî yan siyasî red dike. Li gorî projeyê, Ocalan dê wekî girtiyekî li girtîgeha Îmraliyê bimîne, lê dibe ku di qonaxên pêş de rê bê dayîn ku rojnamevan û akademîsyen hevdîtinê ligel bikin.

Rewşa li meydanê: Zap û Qendîl

Çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê amaje bi wê dikin ku hinek nîşaneyên vekişîna gerîlayan ji herêmên Zap, Metîna, Gara û Qendîlê hatine dîtin. Lê belê AK Partî diyar dike ku ev gav hîn ne di asta daxwazkirî de ne û ew li benda kiryarên rasteqîn û cidîtir in berî ku qanûn bikeve warê cibicîkirinê.

Dîroka pêvajoyê

Ev pêngava nû piştî bangawaziya Serokê MHPê Devlet Bahçelî ya di dawiya 2024an de dest pê kir. Di destpêka sala 2025an de Abdullah Ocalan bi peyameke vîdyoyî daxwaza çekdanînê kiribû. Wekî gaveke sembolîk jî, di Tîrmeha 2025an de komek gerîlayên PKKê li devera Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe şewitandibûn û dest ji şer berdabûn.