Îddiaya revandina zarokeke 15 salî li Silêmaniyê û karvedanên wê yên hiqûqî

Îddiaya revandina zarokeke 15 salî li Silêmaniyê û karvedanên wê yên hiqûqî

Li bajarê Silêmaniyê wndabûna keçikeke 15 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê, nîqaşên giran li ser parastina mafên zarokan û sînorên berpirsiyariya dezgehên ewlehiyê derxistin holê. Di demekê de ku malbata zarokê, PKK’ê bi revandina keça xwe tawanbar dike, daxuyaniya Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê ya derbarê bûyerê de rastî rexneyên hiqûqî hat.

Li gora zanyariyên ku malbata zarokê dane dezgehên medyayê, keça bi navê Menesa Mihemed Hemê (15) ku xelkê Kobaniyê ye û ev şeş sal in li Silêmaniyê dijîn, roja înê ya borî li taxa Qulareysî li ber deriyê mala xwe winda bûye. Malbatê ragihand ku keçika wan rastî pirsgirêkên fîzîkî û derûnî tê û ji ber vê yekê raporên wê yên bijîşkî hene û neçar maye ku di pola sêyemîn a seretayî de dest ji xwendina xwe berde.

“Kurdistan bi zarokên 14-15 salî nayê avakirin”

Dayika zarokê, Eyşe Evdilselam, di daxuyaniyeke bi hêsir de ragihand ku kesên nenas bi rêya telefonê pê re peywendî danîne û piştrast kirine ku keça wê li cem wan e. Dayikê diyar kir ku dema ku wê bi keça xwe re bi kurtî axivî ye, keça wê dest bi girînê kiriye û piştre telefon ji dest hatiye girtin. Dayika bikeser bang kir:

“Gelo Kurdistan dê bi zarokên 14-15 salî were damezrandin? Divê mezin biçin, zarok neyên birin.”

Helwesta Asayîşê: “Revandin nîne, bi daxwaza xwe çûye”

Li aliyê din, Rêveberiya Asayîşa Silêmaniyê rûdana her cûre revandinê red kir. Di daxuyaniya fermî ya Asayîşê de hat destnîşankirin ku piştî kontrolkirina kamerayên ewlehiyê yên li devera rûdanê, ti nîşaneke revandinê nehatiye dîtin û keçik bi daxwaza xwe ji malê derketiye. Asayîşê got: “Piştî ku gihîştiye cihê ku dixwest herê, wê bi malbata xwe re têkilî daniye.”

Lêbelê, ev daxuyaniya asayîşê ji aliyê çavdêrên siyasî û hiqûqnasan ve wekî hewldana rewakirina tevlêkirina zarokan a nav refên çekdarî hat nirxandin. Çavdêr balê dikişînin ser vê yekê ku ji ber peywendiyên siyasî yên navbera Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û PKK’ê, rûdanên bi vî rengî tên binpêkirin.

Hiqûqnas: “Daxuyanî li dijî peymanên gerdûnî ye”

Parêzerekî ku nêrîna wî li ser mijarê hat girtin, helwesta hêzên ewlehiyê bi tundî rexne kir û got:

“Daxuyaniya hêzên ewlehiyê hem li dijî qanûnên navxweyî hem jî li dijî Mafên Zarokan ên Gerdûnî ye. Zarokeke 15 salî di warê hiqûqî de ne mezin e û mafê wê yê biryardanê bêyî razîbûna dê û bavê xwe nîne. Ger ev mantiq were pejirandin, di rûdanên destavêtin an zewaca pêşwext a zarokan de jî mirov dikare bibêje ‘razîbûna wê hebû’. Ev yek nîşan dide ku biryarên siyasî yên ji bo razîkirina PKK’ê, qanûn û mafên zarokan li Silêmaniyê xistine bin sîberê.”

“Ev ne bûyera yekem e”

Li gorî raporên medyayê, metirsiya revandina zarokên penaberên Rojavayî yên li kamp û bajarê Silêmaniyê nû nîne. Tê îddiakirin ku gelek malbat ji ber gefên asayîşê yên wekî “betalkirina destûra rûniştinê (îqame)” newêrin dengê xwe derxin.

Wekî mînak, li heman taxa ku Menesa lê dijî, malbateke din jî windabûna kurê xwe ragihand. Jinek bi navê Amîne Reşîd diyar kir ku kurê wê yê 16 salî, Mehmûd Omer, beriya heşt mehan bi heman şêwazî winda bûye û piştre agahî pê gihîştiye ku kurê wê birine Qendîlê.

Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku tevî qonaxên siyasî yên derbarê bêçekkirinê de, projeya perwerdekirina “zarokên şervan” li kampên derdora Silêmaniyê û tûnelên bin erdê yên li Kampa Mexmûrê berdewam dike û ji bo rêgirtina li revîna wan, zarok ber bi deverên asê û dûr ên mîna Qendîlê ve tên veguhastin.