Ji Sûrên Amedê heta Bismilê: Kêliya eşkêrebûna plana tevlihevkirin û teslîmiyetê

Ji Sûrên Amedê heta Bismilê: Kêliya eşkêrebûna plana tevlihevkirin û teslîmiyetê

Geşedanên siyasî yên dawiyê yên piştî banga Serokê MHPê Devlet Bahçeli ya bi navê “Tirkiyeya Bê Teror”, rastiya li paş perdê xist ber çavan. Ev hevkariya nû û nêzîkbûna lezgîn nîşan dide ku di tasawura dewletê û MHPê de ti guhertin çênebûye; berovazî vê yekê, xeta ku hatiye guhertin û gav bi gav nêzî siyaseta fermî ya dewletê dibe, PKK û rêberê wê Abdullah Öcalan bixwe ye.

Pêvajoya ku bi rêya Şanda DEM Partiyê û daxuyaniyên Öcalan dest pê kir, di mahiyeta xwe de ne guhertineke ji nişkave ye. Ev rewş encama siyaseta salan e ku bi navê “çareseriyê” daxwazên neteweyî û rewa yên gelê Kurd bêbandor dike û riya helandinê xurttir dike.

Piştî daliqandina wêneyên Bahçeli û alên MHPê li ser Sûrên Diyarbekirê, ku sembola berxwedana dîrokî ya Şêx Seîd û bîranîna hezaran şehîdan e, vê carê heman al li pira Bismilê hatin bilindkirin. Ev dîmen di nav raya giştî ya Kurd de wekî hewldana şikandina rûmeta neteweyî û sembolîzekirina teslîmiyetê hat nirxandin.

Di heman demê de, belavbûna hin belgeyan di medyaya civakî de ku behsa peywendî û dilsoziya kûr a Öcalan a bi dezgehên ewlehiyê yên dewletê re dikin, guman û nîqaşên li ser rola wî ya siyasî kûrtir kirine.

Tevî vê plana hevkariyê ku armanca wê bêstatuhiştin û helandina civaka Kurd e, hişmendiya giştî ya gelê Kurd ber bi hişyariyeke nû ve diçe. Siyaseta ku bi dehên salan bûye sedema qurbaniyek mezin, valakirina gundan û birîndarkirina nirxên neteweyî, rûbirûyî rexneyên tund dibe.

Tê çaverêkirin ku civaka Kurd bi derbaskirina van lîstik û tektîkên tarî, careke din li ser bingeha xeteke neteweyî û demokratîk xwe birêxistin bike û xwedî li paşeroja xwe derkeve.