Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî: Heta ku Kurdê dawî nebêje pirsgirêk çareser bûye, çareser nebûye

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî: Heta ku Kurdê dawî nebêje pirsgirêk çareser bûye, çareser nebûye

Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel derbarê pêşhatên rojevê, pêvajoya çareseriyê û helwesta partiya xwe ya li hemberî Komîsyona Çavdêriyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê axivî û ragihand ku nameya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan rasterast negihîştiye destê wî, lê ew bi rêya medyayê ji naveroka wê agahdar bûye.

Ozel di nirxandinên xwe de tekezî li ser wê yekê kir ku pirsgirêka Kurd bi gotinên tenê nayê çareserkirin û got: “Heta ku Kurdê dawî nebêje ‘pirsgirêka min çareser bûye’, pirsgirêk çareser nebûye. Çend caran qeyûm tayînî Amed û Mêrdînê kirin.”

Serokê Partiya Nû bersiva wan rexneyan da ku partiya wî wekî li dijî aştiyê nîşan didin û wiha pê de çû: “Kesê dibêje Ozgur Ozel yan jî Partiya Nû li dijî aştiyê ye, ew kes bi xwe li dijî aştiyê ye.” Ozel destnîşan kir ku wan ji roja yekem ve di pêvajoyê de helwesteke avaker nîşan daye, raporê cîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û demokratîkbûnê dihewîne, û wan di navê pêvajoyê de hevoka “Tirkiyeya bêteror û demokratîk” li ser desthilatê ferz kiriye.

Ozel rexneyên tund li desthilatê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan girtin ku di tevahiya havînê û mehên Çiriya Pêşîn û Çiriya Paşîn de ti gavên şênber neavêtine û got: “Erdogan dibêje ‘bi destên girtî dest nayên hejandin’. Bila ew pêşî destê xwe veke û raporê bixwîne.”

Li ser daxuyaniyên Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ên derbarê pêvajoyê û rexneyên li dijî Partiya Nû de jî Ozel got: “Daxuyaniyeke birêz Demîrtaş a wekî derwêşan heye. Dibêje bila aştî be û tiştekî din nebe. Me negotiye ’em di aştiyê de nînin’, em dibêjin ’em ne li wî cihî ne ku hûn me lê tengav dikin’. Ez difikirim ku me bi awayekî gelekî jidil û ji cihekî rast ve dest bi nîqaşê kiriye.”

Ev daxuyaniyên Ozgur Ozel di demekê de tên ku piştî biryara Partiya Nû ya nedana endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya parlamentoyê, DEM Partiyê ragihandibû ku Ocalan peyamek ji Ozel re şandiye û Selahattîn Demîrtaş jî ji girtîgehê peyamek li ser helwesta mixalefetê belav kiribû.