Serokê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di bernameyeke li bajarê Melbourneyê yê Awistralyayê de diyar kir ku pêvajoya “Tirkiyeya Bêteror” a ku du sal in didome, bi awayekî erênî berdewam dike.
Kurtulmuş di hevdîtina xwe ya bi nûnerên civaka Tirk a li Kampusa Sereke ya Koleja Îlimê ku ji aliyê Rêxistina Nêrîna Neteweyî ya Civaka Îslamî ya Awistralyayê (IGMG) ve hatibû organîzekirin de, li ser pêşhatên herêmî û gerdûnî rawestiya. Wî anî ziman ku armanc ji pêvajoyê ew e ku Tirkiye xwe ji metirsî û guherînên cîhanî biparêze, yekîtiya navxweyî xurt bike û pirsgirêka pêncî salî ya terorê bi temamî ji rojeva welat derxe.
Serokê TBMMê da zanîn ku wekî çawa pirsgirêka herî mezin a sedsala yekem a Komarê teror bû, avakirina Tirkiyeya Bêteror jî wekî projeya herî mezin a sedsala duyem tê dîtin.
Kurtulmuş wiha got: “Pêvajoya ku ev du sal in berdewam e, şikir ji Xwedê re bi awayekî gelekî erênî dimeşe. Digel temamkirina vê pêvajoyê bi serkeftî, em ê ne tenê Tirkiyeya Bêteror dabîn bikin, di heman demê de em ê ji vî deriyê mezin ê ku vebûye bi gavên gelekî bilez ber bi aştî, biratî, yekîtî û hevgirtinê ve bimeşin. Tirkiye dê êdî ti carî bi terorê neyê bibîranîn.”