Bi nemana Esed çarenûsa Rojava ber bi ku diçe?

Sûryeyê îro rojeke dîrokê jiyan kir, dîktatoriyet piştî 53 salên desthilatdarîya rejîma Be’is a Hafiz Esed û kurê wî Beşar hilweşî, mixalefetê rewş girte destê xwe bi hêviya avakirina Sûryeyeka nû, lê hêjan nezelale pergala ku wê cîhê rejêmê bigre dê bi ti awayî be, çarenûsa pêkhateyên Sûryeyê wê çi

Sekreterê PDK-Sê: Divê Sûriyayeke nû li ser bingehên demokrasî, diyalog û dûrî dûrxistinê bê avakirin

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) radigihîne, “Em banga avakirina welatekî nû li ser bingehên demokrasî, diyalog, dûrî dûrxistin û perawîzxistinê dikin, ku nexşeyarêya ji bo pêkanîna dadperwerî û wekheviyê di navbera hemûyan de nîşan bide.” Sekreterê PDK-Sê Mihemed Îsmaîl îro 8ê Berçile di daxuyaniyekê de azadî û bidawîhatina serdema

Rêveberiya Xweser rewşa awarte ragihand

Rêveberiya Xweser ji ber rewşa aloz a li Sûriyeyê, rewşa awarte li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên xwe ragihand. Rêveberiya Xweser îro 8ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, “Ji ber rewşa aloz a li tevahiya Sûriyeyê, em bang li gelê xwe, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), hemû sazî, partî,

Nêzî 2 hezar leşkerên Sûrî derbasî Iraqê bûne

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî ragihand, nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûriyeyê derbasî Iraqê bûne. Ewadî îro 7ê Berçile ji K24ê re got, bi hemahengiya û di çarçoveya rêkeftina bi hikûmeta Sûriyeyê re, artêşa Iraqê li ser sînorê Iraq û Sûriyê pêşwazî li nêzîkî 2 hezar leşkerên Sûrî kir. Diyar kir