Ji bo Eşrefiyê û Şêx Meqsûd Kê çi kir?



Hevserokên Dem Partiyê daxwaz ji desthilatdarên Tirkiyeyê dikin ku, berpirsên HSDê vexwînin Enqereyê, li ser maseyekê rûnin û danûstandinan bikin. Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan îro (Yekşem, 11.01.2026) di konferanseka rojnamevanî de…

Rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro roja yekşem, 11/1/2026ê, diyar kir ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê êrişên hovane pêk hatine, tawanên şerî hatine kirin û destnîşan kir ku komkujî û heqaretên ji aliyê êrîşkaran ve…

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku, pêxemetî parastina canê welatiyan û bi navbeynkariya navneteweyî gihîştine lihevkirinekê ji bo agirbestê û veguhestina şervan, birîndar û sivîlên dorpêçkirî ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bo bakur û…

Partiyên HAK-PAR, PDK-BAKUR, PSK û PWK li Diyarbekirê bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rêveberiya Şamê bi hişmendiyeke nîjadperest dixwaze destkeftiyên Kurdan ji holê rake û demografiya…

Xebatkarên tenduristiyê yên Rojavayê Kurdistanê êrişên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hat eşkere kirin ku rêveberê nexweşxaneyekê û biraziyê wî hatine kuştin û hemû navendên tenduristiyê ji xizmetê derketine. Desteya Tenduristiyê li bajarê…

Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) a Helebê ragihand, wan 3 tankên milîsên girêdayî Artêşa Sûriyeyê rûxandine. Ev tank dema ku Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûd topbaran dikirin, hatin têkbirin. Navenda Ragihandinê ya Asayîşa Helebê îro 10ê Çileyê zanyariyên herî…

Pevçûn li Eşrefiye û Şêx Meqsûd, du taxên Kurdan ên li Helebê, berdewam dikin. Hem Kurdên li van her du taxan û hem jî xelkê her çar beşên Kurdistanê berxwedanek mîna ya li Kobanî yê nîşan didin. Dema ku ev…

Ji ber bombebarana berdewam a li ser Nexweşxaneya Xalid Fecrê ji aliyê artêşa Erebî ya Sûriyeyê ve, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro (Şemî, 10.01.2026) bangeka bilez li ser gefa komkujiyê li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê pêşkêşî…

Hikûmeta Fransayê nîgeraniyeke kûr li ser ji nû ve destpêkirina şer li taxa Şêx Meqsûd a Helebê nîşan da û bang li hemû aliyan kir ku tavilê vegerin peymana agirbestê. Îro 10.01.2026ê Wezareta Derve ya Fransayê banga gihandina alîkariyên mirovî…