Hevserokê Şaxa Navçeya Navendî ya Semsûrê hat zîndankirin

Hevserokê Şaxa Navçeya Navendî ya Semsûrê ya DEM Partiyê, bi tometa bangeşeya PKKê hat zîndankirin. Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê ya Semsûrê Yusuf Ozperçîn, demjimêrên duhî danê nîvro li mala xwe hatibû binçavkirin û arasteyê dadgehê hate kirin. Dadgeha Semsûrê, Yusuf Ozperçîn bi tometên bangeşeyê PKKê û daxuyanî li

HSD: Siyaseta me parastina yekparçeya axa Sûrî ye û em amadene li gel Tirkiye bicivin

Li Rojavayê Kurdistanê aligirên PKK/PYDê qaşo “12emîn salvegera Şoreşa xwe” pirozkirin. Fermandarê HSDê Mazlûm Ebdî jî bi rêya vîdeoyekê” salvegera Şoreşê” pîroz kir. Mazlûm Ebdî di axaftina xwe de behsa çend xalan kir û weha got: Em amade ne di çarçevê çareserkirina pirsgirêkan de bi hemû aliyan re gotûbêjan bikin.

Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke din a koçbera Efrînê revand

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, keçeke koçbera Efrînê bi armanca tevlîkirina wê di nava refên PKK’ê de revandin. Li Gorî Rewangeha Sûrîya Mafên Mirovan, rêxistina “Ciwanên Şoreşger” zaroka 14 salî Sîdra Hisên Ebdulhenan ku ji gundê Baxceyê navçeya Bulbulê ya gundewarê Efrînê koçber bûbû, revand. Zaroka bi

Barzan Husên: Rêveberiya Xweser tawanbar û terorist berdan lê rojnamevan û çalakvan girtî hîştin

Rojnamevanekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Di dema ku Rêveberiya Xweser tawanbar û bazirgannên madeyên hişbir serbest berdide, çalakvan û siyasetmedaran binçav dike.” Rêveberiya Xweser roja 17ê Tîrmehê “Lêborîneke Giştî” ji bo tawanên terorê û tawanên li dijî ewlekariya Rêveberiya Xweser hatine kirin, ragihandibû. Rojnamevan Barzan Husên ku pêştir çend caran ew