Erê hûn bawer diken ku 6 wezîfe li pêşerojek pir nêzîk de wê jinav biçin, hinek ji wan wezîfeya gelek bi nav û dengin, weke wezîfeya mamosteyî û peyamnêrên rojnamevanî.
Li gor raporekê ku li pêgeha “Huffington Post” hatîye weşandin, 50% ji wezîfeyên niha heyî û mirov dikin, li pêşerojê namînin û sedem ji bo wê pêşketina teknolojîya lezgîn vedgere ku li cîhanê tê jiyan kirin, ev pêşketine wê hejmareke herî zor ya wezîfeyên diyar û nasyar bê bandor bke, belku gelek ji wan namînin.
Wê raporê dest nîşan, bi tevahî guherînên bingehîn wê di bazaran de çêbibin û ev guherîn wê bandoreke mezn li awayê kar û wezîfeyan bike, lê belê ev 6 wezîfeyên herî diyar ji 2030ê û heya 20 salên din wê bi temamî berze bibin ew jî evin:
Pîlot:
Ji ber pêşketina teknolojiya yê piraniya balefirên veguhastina rêvîngan wê bi Oto pîlot hereketê kin, lewra rola pîlotan bi wê qedera niha heyî namîne.
Peyamnêrên rojnamevanî:
Rapora pêgeha ” Huffington Post” pêşbînî dike, eplîkeyşinên mobaylan li pêşerojê wê bi wê erkê rabin û pêwîstî bi peyamnêran nabe.
Endazyariya têhnê:
Rapor pêşbînî dike ku li pêşerojê şirketên têhnê wê neçar bmînin pabendî rênmayên jîngeh parêzyê bibin, lewra wê pêwîstîya wan bi wezîfeya endazyariya têhnê kêm bibe.
Post gihandin:
Wezîfeya post gihandinê bi sedema belavbûna erebeyên bê şofêr û balefirên diron li pêşerojê êdî pişt bestinê li ser mirovan nake.
Mamoste:
Fêrkarîya bi herwe li ser înternêtê û onlayn wê ciyê mamoste yan bigre.
Birîkarên geştkirinê:
Li pêşerojê mirov êdî wê bi rêya pêgehên înternêtê wê bikare hemû xizmetên pêwîst ji bo geştkirinê bi dest bxe.