Mizgînî û agahdarî
Demeke dirêj e ku ez li ser romana xwe ya dudan ku li ser rewşa zîndana Diyarbekirê kar dikim. Min di vê romanê de xwest ez rewşa kesên dihatin an diçûn seredana zarokên xwe, xuşk û brayên xwe, bav û apên, xaltîk û metikên xwe, binivîsînim. Ez zanim dereng jî mame. Lê heta niha tu kesan li ser vê rewşê nenivîsîn. Lê weha xuya ye ku ev jî bû para min.
Romana min Gardiyan ku heta niha bi çend zimanan derketiye, rewşa girtiyan û tiştên li vir dianîn serê me bi devê Gardiyanekî wê zîndanê hatibû nivîsên.
Lê min dît ku em weke girtiyên wê zîndanê me kêmaniyek hişt ya jî ji bîr kirî ye ku me rewşa kesên dihatin ziyareta me, nenivîsîne. Dema min biryara nivîsandina vê romanê da, min xwest ku ev jî weke Gardiyan li ser asasê rastiyê bê nivîsîn. Loma li gor îmkanên hebûn. Min li ser internetê bi kesên ango malbatên ku li wê zîndanê dibûn rêwî hevpeyvîn amade kirin.
Dûre min nêzîkî mehekê jî bi keça xalê xwe ya bi herdu nigên xwe seqet, lê ew jî weke gelekan her roj li ber deriyê wê zîndanê bû, hevpeyvîn amade kirin ku romanê biqedînim. Loma wê digot û min jî dinivîsî. Bi rastî wehşet û tiştekî weha derket ku ne bawerim li vê cîhanê hatibe ser tu miletan û jinên wî miletî. Loma ev roman wê bibe romaneke dengê jinên kurd, gazî û hawara wan ya li ber wî deriyê. Her hatineke wan ya wir rû bi rûyê çi dibûn di vê romanê de zelal dibe.
Ev roman ne rewşa girtiyên di wê zîndana Diyarbekirê ya bi navê 5 nolî yê ye, ev roman wê êş û azarên dayik û xuşkên me, bav û brayên me dîtibûn, êşa destgirtiyan û yên nû zewicibûn li ber wî deriyê çi dihat û hatibû serê wan rohnî dike. Sedema gelek xwekuştinên keç, qîz û jinên kurd di vê romanê de zelal dibe.
Min hevpeyvînên li gel malbatên girtiyan qedand niha dinivîsînim… Ev roman wê di Newroza sala 2024an de bighêje xwendevanên kurd. Tiştên ku hûnê di virde bixwînin, heta niya ji ber bêjeya şermê nehatine gotin. Lê bi saya keça xalê xwe ya bi herdu nigên xwe seqet, ez ê di vê romanê de her tiştekî ku di tariyê de mane derxim ronahiyê.
Bi nivîsandina vê romanê gelekî êşiyam. Bi vî halê xwe yê nexweş ez dîsa lê wê zîndanê bûme mêvan. Dîsa di xewnên xwe de lêdan û êşkence didît. Lê ne xem e, divê hinan ev mijar jî binivîsandana, ev bû qismetê min û hêvîdarim hûnê bi xwendina wê, weke min herin wan rojên wê dojehê.
Li bendê bin…
Silav û rêz