Di ser wefata bilbilê muzîka Kurdî Aram Tîgran re 14 sal derbas bûn. Aramê Tîgran jiyana xwe bexşî ziman û muzîka Kurdî kir û di pêşketin û paraztina çand û muzîka Kurdî de xizmetek mezin kir.
Aramê Tîgran, ku bi koka xwe Ermenî ye, di axavtinek xwe de digot, “Heger ez carek din bêm dinyayê, ezê hemû tank, tifing û çekên xwe bihelînim û ji wan saz, qamîş û klarnetê çêkim”. Tîgran ê ku li koçberîyê ji dayik bû û li koçberîyê jiyana xwe ji dest da, di nav rûpelên dîroka çand û muzîka Kurdî de navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsand û bi xizmeta xwe bû parçeyek ji êş û azar, ji berxwedan û tekoşîna azadîya milletê Kurd.
Malbata Aramê Tîgran di dema Komkujîya Ermenîyan de ji gundê Bianda yê navçeya Sasonê ya Êlihê koçî binxetê (Rojava)bajarê Qamişlo kirin. Tîgran di sala 1934an de li wir ji dayik bû. Tîgran li ser gotin û şîreta bavê xwe di 9 salîya xwe de bi perwerdeya ûdê ya 6 mehan dest bi karê muzîk û hunermendîyê kir. Piştre dest bi amûra cumbuşê kir. Ji ber ku malbata Tîgran bi alîkarîya mezin û axayên Kurdan ji Komkujîya Ermenîyan filitîbûn, bavê wî qewitî lê kiribû ku bi Kurdî bistirê û ji Kurdan re xizmet û wefadarîyê bike. Aramê Tîgran qewîtîya bavê xwe anî cîh û heta dawîya jiyana xwe xizmeta ziman û muzîka Kurdî kir.
Tîgran di sala 1966an de li paytexta Ermenîstanê Yêrêvanê bi cîh bû û 18 salan di Radyoya Êrîvanê de xebitî. Piştî sala 1995an Tîgran çû Yewnanîstanê û li Atînayê bi cîh bû.
Tîgran di hemû jiyana xwe de carna bi zimanê Suryanî, Erebî, Tirkî û Yûnanî, carna bi zaravayê Kurdî Dimilkî lê bi piranî bi Kurmancî stran gotine. Tîgran ê ku di dilê Kurdan de cîh girtiye, 230 stran bi Kurmancî, 150 bi Erebî, 10 bi Suryanî û 8 jî bi Yûnanî gotine.
Tîgran di 8ê Tebaxa 2009an de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Tîgran li goristana Ermenîyan a Brukselê hat definkirin.
Bela ruhê wî şad û gora wî bihuşt be.